Rêveberên dibistanên Minbicê perwerde dibin

Peymangeha perwerdekirina mamosteyan a girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê yekemîn dewreya perwerdeyê ji bo rêveberên dibistanên Minbicê vekir.

Rêveberên dibistanên Minbicê perwerde dibin
Rêveberên dibistanên Minbicê perwerde dibin
Rêveberên dibistanên Minbicê perwerde dibin
Rêveberên dibistanên Minbicê perwerde dibin
17 adar, 2019   11:54

MINBIC

Akademiya Perwerdeyê ya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê cara yekemîn dewreyeke perwerdeyê ji 58 rêveberên dibistanan(gerînende) re vekir. Perwerde dê 10 rojan dewam bike.

Dê ders li ser şêwaza rêvebirinê bên dayîn, her wiha dersên çand û exlaq, rêbaz û dan û standin, arşîva elektronîk û destwerdanên destpêkê bên dayîn.

Berpirsan diyar kir ku armanca dewreyê aktîfkirina rola rêveberiya hevpar li dibistanan û derxistina rêveberên serkeftî ye da ku hevsengiyek di navbera dibistan, xwendekar û malbatên wan de pêk were.

ANHA