Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişlo panelek li dar xist

Meclisa Jinan a PYD’ê bi tevlêbûna bi sedan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ‘Berxwedana Serdemê berdewam e, bi vîna jinan dê bi ser bikeve’ li Qamişlo panelek li dar xist.

Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişlo panelek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişlo panelek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişlo panelek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişlo panelek li dar xist
17 adar, 2019   11:58

QAMISLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî dagirkeriya Efrînê de bi beşdarbûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dirûşma ‘Berxwedana Serdemê berdewam e, bi vîna jinên azad dê bi ser bikeve’ li Hola Zana ya bajarê Qamislo panelek li dar xist. 

Hola Zana bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, alên PYD’ê û çiqilên zeytûnan ku bûne sembola berxwedana Efrinê, hate xemilandin. 

Hemû partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sazî û rêxistinên girêdayî Revêberiya Xweser û kesayetên serbixwe beşdarî panele bûn. Her wiha pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen jî cihê xwe di panelê de girt.

Benden panelê wiha bûn; Sosyolojiya Efrînê - Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Sîlvan Elî, Berxwedana Serdemê - Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso, Kiryar û Komkujiya Dewleta Tirk a Dagirker li Efrinê - Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Zeynep Saroxan.

Di nîqaşan de hate gotin ku li Efrînê kesayeta jinên Kurd ên berxwedêr, hebûna aramî û xwezayiya Efrînê hat hedefgirtin. Têkildarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, gotin jenosîd der heqê Kurdan de pêk tê û polîtîkayên tirkkirinê hatine destpêkirin ku ev yek li gorî zagonên navneteweyî sûc e. Bi darê zorê alên Tirkan dixin destê şagirtên dibistanan. Li dijî ev qas kiryarên dewleta Tirk civaka navneteweyî çavê xwe girtiye û civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe dibe şirîka dagirkerên Efrînê.

Her wiha têkildarî dagirkeriya Efrînê sînevîzyonek hate pêşandan.

ANHA