Yahûdiyên li Zelandaya Nû kiniştên xwe digirin

Yahûdiyên li Zelandaya Nû cara yekemîn e biryara girtina kiniştên xwe didin. Ev yek jî ji bo piştgiriya qurbaniyên misilman e ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

Yahûdiyên li Zelandaya Nû kiniştên xwe digirin
16 adar, 2019   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Times of Israel destnîşan kir ku yahûdiyên li Zelandaya Nû ji bo piştgiriya bi qurbaniyên misilman ku di êrîşa li dijî 2 mizgeftan de 49 kes li bajarê Christchurch jiyana xwe ji dest da, biryar da ku roja şemiyê kiniştên (sînagog)  xwe bigirin.

Serokê ajansa Yahûdê li Îsraîlê Yitzhak Herzog wiha got: "Cara yekemîn e di dîrokê de dê kiniştên li Zelandaya Nû roja şemiyê girtî bin. Ev jî ji bo komkujiya der heqê mislimanan de hate kirin."

Her wiha meclisa yahûdiyan a Zelandaya Nû ji bo êrîşan xemgîniya xwe diyar kir.

Serokê Meclisa Yahûdiyan a Zelandaya Nû  Stephen Goodman ji ajansa Jewish Telegraph a Amerîkayê re wiha got: "Em ê alîkarî û piştgiriya gelê misilman bikin û li kêleka wan li dijî terorê bisekinin. Em bi hemû keda xwe hewl didin terorê dûrî Zelandaya Nû bixin."

Navenda Holocaust li Zelandaya Nû, Meclisa Rabbinical li  Awustralya û Zelandaya Nû û rêxistinên navdar ên din li Zelandaya Nû bi rêya daxuyaniyan piştgiriya xwe ji misilmanan re diyar kir.

(jo)