Hûsiyan deverên rojavayê Meîrebê desteser kirin

Hêzên Hûsî deverên artêşa Yemenê li girê Zeyd El-Aqêl û derdora wê herêmên rojavayê Meîrebê desteser kirin. Li aliyekî jî krîza mirovî û belavbûna nexweşiyan wekî kolerayê parêzgeha Rîmayê zêde bûn.

Hûsiyan deverên rojavayê Meîrebê desteser kirin
16 adar, 2019   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El-Mesîra ya girêdayî komên Ensarellah El-Hûsî li ser  zimanê berdevkê hêzên Hûsî ragihand ku hêzên Hûsî êrîş birine ser deverên di bin kontrola artêşa Yemenê li girê Zeyd El-Aqêl û derdora wê de wekî çiyayê Hêlan ê stratejîk ê bajarê Serawêh ê rojavayê Meîrebê û bi temamî desteser kirin.

Kanalê îşaret pê kir ku hêzên Hûsî bi desteserkirina girê Zeyd El-Aqêl serweriya xwe li ser baregeha Kofil jî kir, ji ber ku girê El-Aqêl tenê 18 km dûrî bajêr e. Her wiha hêzên Hûsî li deverên ku nuqteyên artêşa Yemenê lê heye wekî girê El-Sewda, El-Sefîne û derdora herêma El-Wexre ya li rex El-Cedan bi pêş de çûn û serweriya rêya sereke ya di navbera Nehim û Serawêh de dikin. Hêzên Hûsî serweriya herêma stratejîk kir, tevî ku çekên giran ên Îmaratê jî tê de beşdar bûn.

Serawêh dibe şahidê şerê di navbera hêzên artêşa Yemenê û hêzên Hûsiyan de. Her wiha hêzên artêşa Yemenê hewl didin serweriya bajarê stratejîk bike ku tê re boriyên petrolê  ji Meîrebê ber bi perava Reîs Îsa ya Hudeydayê ve derbas dibin. Her wiha li bajêr balafirgeheke leşkerî jî heye.

Hêzên Hûsî di 21’ê Kanûna borî de serweriya rêzeçiya û nuqteyên Serawêhê ragihandibû. Hêzên hikumetê di salên 2016-2017 ’an de serweriya rûpîvana 34 km çargoşe dikir û tê wateya hakîmiyeta ji sedî 90 ji herêmê.

Krîza mirovî giran dibe

Ji aliyekî din ve jî krîza mirovî li Yemenê her ku diçe zêde dibe. Her wiha Buroya Tenduristiyê ya parêzgeha Rîma tekez kir ku rewşên nexweşiyên kolera di 2 rojên borî de zêde bûn. Buroyê ragihand ku hezar û 589 rewşên nexweşiyên kolerayê li tevahiya parêzgehê hatine qeydekirin. 26 mirî ji Kanûna derbasbûyî heya Pêncşema borî  bi wê sedemê hene.

Buroyê diyar kir ku beşa tenduristiyê li parêzgeha Rîma azara derfetên kêm ên xizmetguzariyê wekî derman û hwd dikişîne.

Têkildarî mijarê buroyê bal kişand ser ku hewldana vekirina 2 navendan li rex 5 navendên berê li parêzgehê heye da ku pêdiviyên tedawiyê ji welatiyan re bên peydakirin.

Şerê di navbera her du aliyên dijber de li Yemenê rewşên mirovî û tenduristî yên dijwar derxistin holê. Her wiha Yemen xizantirîn dewletek cîhanê ye. Li Yemenê 16 milyon mirov rû bi rûyî birçîbûna dijwar a bi sedema şer in. Her wiha şer bû sedema kuştina bi hezaran sivîlan û hilweşîna aboriyê.

(fr)