‘Projeya demokratîk çareseriya Sûriyê ye’

Partiya Aştiyê ya Demokratîk diyar kir ku ji bilî çareseriya siyasî ya demokratîk ku her kes pê razî ye, tu çareserî li Sûriyê tune ne. Her wiha destnîşan kir ku projeya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya herî guncaw ji pirsgirêka Sûriyê re ye.

‘Projeya demokratîk çareseriya Sûriyê ye’
15 adar, 2019   11:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 15`ê Adarê salvegera 8`emîn a destpêkirina şoreşa Sûriyê ye ku ji bajarê Deraayê dest pê kir û li tevahî herêmên Sûriyê belav bû. Gel xwepêşandan li dar xistin. Xwesteka wan ew bû ku hindek sererastkirin pêk werin û paşê bû xwesteka hilweşandina rejîma Sûriyê.

Di salvegera şoreşa Sûriyê de Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê daxuyaniyek ji raya giştî re da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu tişt ji bilî diyalogan û lihevkirinê di navbera gel de li pêşiya gelê Sûriyê tune ye.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro 15`ê Adarê ye, salvegera 8`emîn a destpêkirina şoreşa Sûriyê ye ku çirûska wê ya destpêkê ji bajarê Deraa dest pê kir û li tevahî herêmên welat belav bû. Gel li dijî yek ji xeternaktirîn sîstemên desthilatdar xwepêşandan li dar xistin. Lê rejîmê tu carî zimanê aştiyê bi gel re bi kar neaniye. Li dijî xwepêşandanan gule, tank û top bi kar anîn.

Di destpêkê de xwepêşandan ji bo hindek sererastkirinan bû lê paşê bû ji bo hilweşandina rejîmê. Ev yek çênebû heta ku rejîma desthilatdar hemû dengên ku daketin qadan, fetisandin. Her çi qasî ew deng bilind bin jî lê rejîmê hewl dida wan bi temamî biperçiqîne. Ji ber dengê ku ji bo xwesteka mafên xwe dihat bilindkirin ji bo rejîmê sûcek bû. Diviya her kes li gorî îradeya wî bimeşiya.

Îro piştî 8 salan ji şoreşê, piştî ku bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan kes koçber û penaber bûn û piştî rûxandina mezin li binesaziya Sûriyê hat kirin, lê heta niha jî rejîm wek roja yekê ji şoreşê ye. Heta niha ji bo desthilatdariya xwe bi israr e. Tu projeyên demokratîk ku Sûriyê ji aloziyê derxin, qebûl nake. Her wiha opozîsyon jî hê mîna berê ye. Dixwaze mîna rejîmê bibe desthilatdar û  projeyên demokratîk red dike. Tevî ku salên berê îsbat kir ku siyaseta her du aliyan di encam wê de kuştin, rûxandin û parçekirin çêbû lê hê jî bi israr in ku xeta xwe berdewam bikin.

Di nava vê tevliheviyê de projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket holê. Hemû pêkhate tev li wê projeyê bûn. Di demeke nêz de vê projeyê di cîhanê de girîngiyek girt. Bû mijareke navdewletî û bi taybet piştî serkeftinên YPJ/YPG`ê û QSD`ê li dijî terorîstan.

Ji ber her du aliyên şer (rejîm û opozîsyon) û alîgirên wan tu projeyên demokratîk ku jiyanê li Sûriyê vegerînin, di destê wan de tune ye, tenê projeyên parçekirin û neqebûlkirina aliyên din li gel wan heye, ji ber wê hewl dan projeya demokratîk ku çareseriya aloziya Sûriyê ye, têk bibin. Ji ber ku ne mimkun e piştî bûyerên li Sûriyê fikra "navendbûnê" hebe.

Em wek Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê tekez dikin ku bûyerên ku Sûriyê çêbûn û çêdibin jî encama bikaranîna rejîm û opozîsyonê biryara leşkerî ye. Em tekez dikin ku tu çareserî ji bilî çareseriya siyasî ya demokratîk li Sûriyê ku hemû aliyan razî dike, tune ye."

(bx)

ANHA