Merasîma bîranîna şehîd Umer Elûş dest pê kir

Bi sedan şênî, şêx, nûnerên partî, hevgirtinên siyasî û koalîsyona navdewletî  kom bûn da ku tev li merasîma salvegera yekemîn a endamê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Elûş bibin.

Merasîma bîranîna şehîd Umer Elûş dest pê kir
Merasîma bîranîna şehîd Umer Elûş dest pê kir
Merasîma bîranîna şehîd Umer Elûş dest pê kir
Merasîma bîranîna şehîd Umer Elûş dest pê kir
Merasîma bîranîna şehîd Umer Elûş dest pê kir
15 adar, 2019   10:11

GIRÊ SPÎ

Bi sponseriya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Meclisa Navçeya Eyn Îsayê konê merasîma bîranînê di salvegera yekemîn a endamê Komîteya Têkiliyên Giştî û endamê Buroya Têkilyian a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Umer Elûş de li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî hat vedan.

Bi sedan şênî, malbata şehîd, nûnerên Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûspiyên herêmê, MSD, PYD, QSD, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê û nûnerên Hêzên Koalîsyonan Navdewletî berê xwe da konê merasîma bîranînê.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Tê payîn ku bi navê partî, hevgirtinên siyasî, şêxên eşîran û malbata şehîd axaftin werin kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Umer Elûş 15`ê Adara 2018`an ji aliyê komeke terorîst a girêdayî îstixbarata Tirkiyê di mala xwe de hate şehîdkirin.

(bx)

ANHA