Li Kobanê ji bo zarokan şahiyek li dar ket

Navenda  Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi minasebeta nêzîkbûna cejna Newrozê  şahiyek ji zarokên Dibistana Şehîd Gulistan re li dar xist.

Li Kobanê ji bo zarokan şahiyek li dar ket
Li Kobanê ji bo zarokan şahiyek li dar ket
Li Kobanê ji bo zarokan şahiyek li dar ket
Li Kobanê ji bo zarokan şahiyek li dar ket
Li Kobanê ji bo zarokan şahiyek li dar ket
Li Kobanê ji bo zarokan şahiyek li dar ket
Li Kobanê ji bo zarokan şahiyek li dar ket
13 adar, 2019   13:08

KOBANÊ

Bi nêzîkbûna cejna Nerwrozê re bi dirûşma “Zarok kulîlkên Newrozê ne, em Newroza 2019`an pîroz dikin” Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê şahiyek ji bo xwendekarên asta seretayî li Dibistana Şehîd Gulistan û li bajarokê Tel Xezalê li dar xist.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Koma Şehîd Mistefa 2 şano li ser çanda cilên kurdî û kapîtalîzmê çawa bandor  li zarokan kiriye û li ser Roja Dayikan pêşkêş kirin.

Koma Kevena Zêrîn a Şehîd Şîlan, dîlan pêşkêşî amadehiyan kirin. Koma Şehîd Helim , Arîn û Barîn a zarokan stran li ser Newrozê pêşkêş kirin. Di dawiyê de Koma Şehîd Dilava ya astengdaran stran gotin û şahî bi xelekên dîlanê bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku dê şahî 2 rojan berdewam bike. Şahî dê li gundê Îtwêran û Dibistana Şehîd Peyman jî werin lidarxistin.

ANHA