QSD`ê du zarokên êzidî rizgar kirin

Şervanên QSD`ê îro du zarokên êzidî ku di êrîşên 2014`an li ser Şengalê hatibûn revandin, rizgar kirin.

QSD`ê du zarokên êzidî rizgar kirin
13 adar, 2019   12:45

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê xebatên xwe ji bo rizgarkirina êzidîyên ku di sala 2014`an de di êrîşên li ser Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, didomînin.

Şervanên QSD`ê îro du zarokên êzidî yên bi navê Wîyam û Rêzan ji Baxozê rizgar kirin.

Zarokê êzidî Wîyam ku zimanê Kurdî ji bîr kiriye got çeteyan ew 4 caran di nav xwe de firotin.

Herdû zarokan ji ajansa me re gotin ew nizanin çarenûsa malbatên wan çi ye.

(bx)

ANHA