Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn

Şaredariya Gel a bajarê Minbicê peykerê rêzdariyê yê karkerên paqijiyê ku bi şev û roj dixebitin da ku kolanên bajêr paqij bikin, danî.

Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn
Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn
Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn
Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn
Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn
Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn
Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn
Li Minbicê peykerê karkerên paqijiyê hate danîn
13 adar, 2019   12:37

MINBIC

Xebata li ser peyker nêzî 2 mehan dom kir. Ji 2 hefteyan û vir ve şaredarî peyker amade dike û piştre peyker danî naverasta çerxerêyê ya li ser rêya Helebê li nêzî Nexweşxaneya Firatê.

Peyker li ser karkerên paqijiyê ye, di dest de sivnik (melkes) û li rex jî selika çopê heye. Ji kevirê spî hatiye çêkirin.

Di merasîma vekirinê de hemû karkerên paqijiyê yên bajarê Minbicê û gundewarên wê, bi dehan şêniyên bajêr û endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo der barê karkerên paqijiyê de wiha axivî: "Endezyarên bedewbûna bajêr in. Divê rêzdarî ji karkerên paqijiyê re hebe. Karkerên paqijiyê di germahiya havînê û seqema zivistanê de her tim bi şev û roj dixebitin.”

Piştre hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Qasim Ebûd karkerên paqijiyê şibandin leşkerên nenas û wiha got: "Leşkerê nenas e ku bêyî li rewşa hewayê bipirse dixebite" û teqez kir ku paqijiya her bajarekî şaristaniya wî gelî diyar dike.

Di dawiya axaftina xwe de bi navê karkerên paqijiyê karkerê şaredariyê Ehmed Îbrahîm axivî û spasiya hemû beşdarên ku peykera karkerên paqijyê kir û teqez kir ku tişta herî girîng a karkerên paqijiyê ew e ku bajarê wan xweşiktirîn bibe.

Piştî bidawîkirina axaftinan karkerên paqijiyê perdeya li ser peyker rakir. Piştre endamên Meclisa Jinan kulîlk li karkeran wek spasî ji bo keda wan, belav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev peyker yekemîn peyker e li tevahî bajarokên Sûriyê. Bajarê Minbicê yekemîn e ku peykera karkerên paqijiyê wek spasname ji bo keda wan danî.

(fr)

ANHA