Balafirên şer ên Tirk herêmên Zê û Avaşînê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk 11-13'ê Adarê herêmên Zê û Avaşînê bomebaran kirin. HPG'ê ragihand, ji ber bombebaranê ti zerar negihiştiye hêzên wan.

Balafirên şer ên Tirk herêmên Zê û Avaşînê bombebaran kirin
13 adar, 2019   12:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"11'ê Adarê saet 09:30'î balafirên şer bombe li qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê barandin.

12`ê Adarê saet navbera 08:30 û 09:30'î qadên Çiyayê Reş, Tepê Cehennem û Ava Zê yên herêma Zê, saet 17:15'an jî qada Sida ya herêma Zê hatine bombekirin.

13'ê Adarê (îro) saet 01:50'î balafirên şer bombe li Geliyê Avaşînê yê herêma Avaşînê barandin.

Ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên me."