Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Serhildana Qamişlo bi bîr anî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi daxuyanî û pêşandana sinevizyonekê Serhildana Qamişlo bi bîr anîn.

Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Serhildana Qamişlo bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Serhildana Qamişlo bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Serhildana Qamişlo bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Serhildana Qamişlo bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Serhildana Qamişlo bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Serhildana Qamişlo bi bîr anî
12 adar, 2019   17:11

ŞEHBA

Bi boneya salvegera 15`mîn a Serhildana Qamişlo, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bi tevlibûna hevserok û cîgirên desteyên rêveberiyê û endamên saziyên sivîl daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber Israfîl Mistefa bi zimanê Erebî û hevseroka Desteya Jin Zelûx Reşîd ve bi zimanê Kurdî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Rejîma Sûriyê siyasetên nijadîperestî li ser gelê Kurd dide meşandin. Bi rêya Kembera Erebî bi sed hezaran Kurd di nav welatê xwe de mîna xerîban jiyan dikin û nasnameya Sûriyê ji wan hate standin. Partiya Baas gelek gundên erebî li dirêjahiya sînorên Cizîrê ava kir,  rûbarên berfireh ji zeviyên Kurdan desteser kir û da koçberên El-Xumer, navên gundên Kurdî guhertin û Kurd ji mafên xwe yên herî besît bê par hişt.

Siyasetên nijadîperestî berdewam kirin û gihaşt asta ku bi awayekî yekser êrîşî gelê yê Qamişlo bikin. Partiya Baas kombûna gel di boneya maça futbolê de bi kar anî û bi dehan kes şehîd xistin û birîndar kirin. Her wiha bi hezaran şênî binçav kirin û Kurd bi xiyanetê tewanbar kir. Lê siaysetên wê hemû têk çûn.`

Girêdayî heman mijarê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê girêdayî Serhildana 12 Adarê li kampa Serdemê ya ku dikeve guundê Til Sûsinê sinevizyonek pêşanda û bi dehan ciwan beşdar bû.

Paşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ebdo Welo axivî û destnîşan kir ku rêjîma Sûriyê di 12`ê Adara 2004`an de bi armanca belavkirina fîtne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de bi taybet gelê Kurd û Ereb ew komplo plan kir.

Welo destnîşan kir ku Serhildana 12’ê Adarê nayê jibîrkirin û divê gelê Kurd li hember tevahiya komplo û siyasetan dijberî Kurdan bisekine.

(şx)

ANHA