`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`

Di merasîma sersaxiyê li Helebê de malbatên şehîdan diyar kirin ku wan bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandine. Malbatan soza şopandina rêya şehîdan dan.

`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
`Me bi şahadeta zarokên xwe li çiyayên Lêlûn û Efrînê gul çandin`
12 adar, 2019   16:42

HELEB

Îro bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê herikîn bin konê sersaxiyê yê 5 şehîdên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne. Meclîsa Malbatên Şehîdan li Qada 7 Şehîdan a taxê kon veda.

Navên şehîdan wiha ne: Mihemed Qasim bi nasnav Welat Can, Mihemed Osman bi nasnav Serbest Heleb, Dilşan Mihemed bi nasnav Têkoşîn Azad, Reşîd Reşo bi nasnav Çeleng Yamên û Mihemed Dawûd bi nasnav Rojhilat Heleb.

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî yên taxê, endamên Hêzên Asayîşê û şervanên YPG û YPJ`ê beşdarî merasîmê bûn.

Konê merasîmê bi wêneyên her  5 şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê kir. Şervanên YPG û YPJ`ê torenek leşkerî li dar xistin.

Di merasîmê de yek ji fermandarên YPG’ê Ziyad Efrîn axivî û diyar kir ku Berxwedana Serdemê ji tavhiya cîhanê re isbat kir ku gelê Kurd bi vîn û fikra xwe ya azad ve girêdayî ye. Ziyad Efrîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina fikra azad, biratiya gelan û jiyana hevpar êrîşî kantona Efrînê kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Şêx Qenber axivî û destnîşan kir ku bi saya fedakariyên şehîdan dê serkeftin pêk were ji ber wê divê armancên şehîdan bighêjin serî.

Endamê rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Sebrî Efrîn axivî û diyar kir ku gelek komkujî di meha Adarê de li ser gelê Kurd hatine kirin, ji Helebçe û 12 Adarê bigire heya fedakariyên her 5 şehîdan, meha Adarê bi bêhna şehadetê reng daye.

‘Me bi şahadeta zarokên xwe gul li çiyayên Bi şehadeta zarokên xwe me gul li çiyayên Lêlûn û Efrînê çandin’

Dayîka têkoşer Têkoşîn, Ewaş Mihemed got: "Îro me gulek di gulistana Kurdistanê de û li çiyayên Lêlûn û Efrînê çand." Ewaş soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina herêmê da.

Birayê şehîd Welat Hogir, Qasim Hogir destnîşan kir ku Kurdistan dê bi keda şehîdan rizgar bibe û soza şopandina rêya şehîdan da..

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Melek Ibrahîm bawernameya şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Merasîm bi berzkirina drûşmeyên silavkirina şehîdan û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(şx)

ANHA