Li Baxozê gelek nuqteyên çeteyan hatin rûxandin

Li gelek eniyên gundê Baxozê şerên dijwar di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Gelek nuqteyên çeteyan hatin rûxandin.

Li Baxozê gelek nuqteyên çeteyan hatin rûxandin
Li Baxozê gelek nuqteyên çeteyan hatin rûxandin
12 adar, 2019   16:20

DÊRAZOR

Nûçegihanên ajansa me yên ku qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê li dijî DAIŞ`ê dişopînin ragihandin ku li tevahiya eniyan şerên dijwar rû didin. Her wiha şervanên QSD`ê niha gund topbaran dikin. Şervanan gelek nuqteyên çeteyan ruxandine û çete tengav dibin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku QSD`ê ragihandi bû, di şerên duh de bergiryên çeteyan, hejmarek ji erebeyên leşkerî, navenda rêveberiya çeteyan ruxandine û 38 çete kuştine.

(şx)

ANHA