Wê li Girê Spî serjimariya şêniyan bê kirin

Buroya Serjimariyê ya Kantona Girê Spî di civînekê de ragihand ku ew ê dest bi xebatên jimartina hejmara şêniyên kantonê û naskirina rewşa jiyanî ya şêniyan, bike.

Wê li Girê Spî serjimariya şêniyan bê kirin
12 adar, 2019   15:52

GIRÊ SPÎ

Buroya Serjimariyê ya Meclisa Kantona Girê Spî îro civînek li dar xist. Di civînê de hevserokê Meclisa kantonê Hemîd El-Ebid, hevserokê Buroya Serjimariyê ya kantonê Ehmed Kerdo û hevserokên meclisên navçe û şaredariyên girêdayî kantonê amede bûn.

Hevserokê Buroya Serjimariyê Ehmed Kerdo ji beşdaran re diyar kir ku ew ê dest bi jimartina hejmara nexweş û astengdaran bikin û rewşa aborî yên şêniyên kantonê û navçeyên girêdayî wê lêkolîn bikin.

Kerdo destnîşan kir ku wan ji bo vê xebatê tîmek ji 30 endaman ji kantonê û şaredariyên wê ava kirine. Tîm dabeşî 10 koman dibe di her komekê de 3 endam hene.

Kerdo makenîzmeya karê tîmê ji bo tomarkirina şêniyan şîrove kir û ji hevserokan xwest ku her yek di warê xwe de alîkariyê bide tîmê.

Kerdo bi bîr xist ku serjimarî dê ji navçeya Eyn Îsayê destpê bike û tê payîn ku sê mehan bidome.

Civîn bi bersîvdayîna hevserokê Buroya Serjimariyê ji bo pirsên beşdaran bi dawî bû.

(şx)

ANHA