Li Kobanê komxebata Serhildana Qamişlo

Ji bo bîranîna şehîdên Serhildana Qamişlo gelek çalakî li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikevin. Îro hejmarek partiyên siyasî li bajarê Kobanê komxebatek girêdayî `Tevgera gelêrî li Qamişlo  a sala 2004`an` li dar xistin.

Li Kobanê komxebata Serhildana Qamişlo
12 adar, 2019   15:46

KOBANÊ

Di salvegera 15`an a Serhildana Qamişloyê de, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêzeçalakiyan serhildan bi bîr anî.

Partiyên siyasî yên kantona Kobanê ji bo bîranîna şehîdên Serhildana Qamişlo, li hola Firatê komxebatek li dar xistin. Di rola Serhildanê de rola destpêkirina şoreşa Sûriyê de bi taybet li bakurê welêt hate nîqaşkirin.

Endam û  rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Yekîtî, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û bi dehan ji rewşenbîran di nav de parêzer, beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de endamê Têkiliyan ê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Cizîrê Bekir Hec Îsa axivî û destnîşan kir ku di encama siyasetên hikumeta Sûriyê de gel li Qamişlo di 2004`an de serî hil da. Hec Îsa wiha domand: "Wê demê zemînek ji şoreşek giştî re amade bû. Lê mixabin wê demê serhildan tenê bi Kurdan ve hate girêdan û aliyên din xwe ji encamên wê dûr xistin."

Komxebat bi drûşmeya `Serhildana 12 Adarê çirûska şoreşa 19`ê Tîrmehê ye` li dar ket. Her wiha wêneyên şehîdên Serhildanê yên ku di girtîgehên Sûriyê de û bi guleyan jiyana xwe ji dest dane hatin dailqandin.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kîlo Îsa got Serhildana Qamişlo çav li ser doza Kurd a ku ji ber siyastên Sûriyê û cîhazên wê yên emnî hatibû veşartin, vekir. Wê demê xuya bû ku Kurd ji her demê bêtir xwedî biryar in û Rêjîm bi rêya hindek partiyên siyasî yên Kurd hewl da Kurdan vehewîne.

Girêdayî heman mijarê beşdarên komxebatê nêrînên xwe vegotin û diyar kirin ku partiyên siyasî yên Kurd rolek mezin di parastina destkeftiyên serhildana Qamişlo û Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, çareserkirina aloziya Sûriyê ji aliyê siyasî ve û pêşxistina warê dîplomasî de lîstin û dilîzin.

(şx)

ANHA