Li Baxozê şerên dijwar rû didin

Piştî ku QSD`ê vê êvarê destpêkirina operasyonên Leşkerî ji bo rizgarkirina gundê Baxozê ragihand, li gund şerên dijwar rû didin.

Li Baxozê şerên dijwar rû didin
Li Baxozê şerên dijwar rû didin
10 adar, 2019   16:45

DÊRAZOR

Piştî bi dawîbûna dema ku QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê re diyar kiribû da ku ji gund derkevin û xwe radest bikin, QSD`ê di saet 18:00`ê êvarê de destpêkirina operasyonên leşkerî li Baxozê ragihand.

Nûçegihanên ajansa me yên ku Şerê Tinekirina Terorê dişopînin, ragihandin ku li eniyên gundê Baxozê şerên dijwar rû didin. QSD`ê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li gund topbaran dikin.

(şx)

ANHA