Konferansa 1`emîn a Rêveberiya Jin a Tebqayê bi dawî bû

Konferansa 1`emîn a Rêveberiya Jin a bajarê Tebqayê bi hilbijartina 7 endamên rêveber û encamnameyekê bi dawî bû.

Konferansa 1`emîn a Rêveberiya Jin a Tebqayê bi dawî bû
Konferansa 1`emîn a Rêveberiya Jin a Tebqayê bi dawî bû
Konferansa 1`emîn a Rêveberiya Jin a Tebqayê bi dawî bû
Konferansa 1`emîn a Rêveberiya Jin a Tebqayê bi dawî bû
10 adar, 2019   16:24

TEBQA

Rêveberiya Jin a Tebqayê îro bi drûşmeya `Têkoşîna jin ji bo azadî û mirovahiyê ye` 1’emîn konferansa xwe li dar xist. Piştî axaftinan, xwendina rêziknameya rêveberiyê û nîqaşkirina wê hat kirin. 7 endamên rêveber wek rêveberiyek nû ji Rêveberiya Jin a Tebqayê hatin hilbijartin. Endam  ku hatin hilbijartin ev in: Zehra El-Hemade, Selwa El-Xelef, Meryem Osman, Nesra Ebake, Semer Şihabî, Fatme Behbûhe û Sûad El-Reşîd.

Piştre endama li hember beşdaran sond xwarin. Encamname ji hêla endama rêveber Fatme Behbûh ve hate xwendin. Navaroka encamnayê wiha ye;

“Jina azad û birêxistinkirî bingeha civaka azad e. Ruxmî şert û mercên heyî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê jinê rola xwe isbat kir. Jinê rolek mezin di serketinên ku hatine bi desxistin û rizgarkirina bargehên dawîn ên DAIŞ`ê li Dêrazorê lîst.”

Konferans bi tevlibûna 400 endamên tevahiya saziyan û nûnerên Rêveberiya Xwerser û desteyên Bakur û Rojhilatê Sşûriyê li dar ket.

Di konferansê de gelek mijar hatin nirxandin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de rizgariya jin ji koletiyê û tevlibûna wê di rewşên siyasî de li ser her du astên hundirîn û herêmî hate tekezkirin.

Di konferansê de rêxistinkirina jinê xwe bi xwe da ku karibe xwe biparêze, rola xwe di civakê de di tevahiya warên jiyanê de bilîze, destekdayîna wê ji aliyên fikrî, siyasî û civakî ve,  piştgiriya jinê û doza wê û berdewamkirina têkoşînê hatin nîqaşkirin. Her wiha rêziknameyek taybet bo jinê hate dayîn.

Konferans bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û berxwedana Leyla Guven a ku ji zêdetirî 120 rojan ve di greva birçîbûnê de ye bi dawî bû.

(şx)

ANHA