Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şehîd Alan Kusa endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şehîd Silêman Cober şervanê QSD`ê li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.

Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîd Alan û Silêman li Hesekê hatin oxirkirin
10 adar, 2019   16:48

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyên her du şehîdan Alan Kusa bi nasnav Alan endamê Hêzên Ewlekariya Hundirî(Asayîş) û Silêman Cober bi nasnav Remzî şervanê QSD`ê yên ku di Şerê Tinekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûbûn ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Bangîn Badinî axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest. Badinî tekez kir ku şehîdan ji bo azadiyê û aştiyê canê xwe feda kirin.

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen axivî û soza şopandina riya şehîdan da û got: "Em dest ji rêya ku şehîdan bernadin û her çiqas berdêl giranbiha be em ê riya wan bişopînin. Em ê rûmet û xaka xwe biparêzin."

Her wiha hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a Herêma Cizîrê Dijwar Ehmed destnîşan kir ku şehîd nasname û rûmeta gelan in.

Piştre endama Meclisa Malbatên şehîdan Rojda Ehmed bawernameyên şehadeta her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Girseya gel cenazeyên her du şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên silvakirina serkeftina li dijî DAIŞ`ê de spartin axê.

(şx)

ANHA