QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin

Piştî bi dawîbûna dema ku QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê re diyar kiriye da ku ji gund derkevin û xwe radest bikin, QSD’ê ragihand ku dê operasyonên xwe yên li Baxozê berdewam bikin.

QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
10 adar, 2019   16:11

DÊRAZOR

Nûçegihanên ajansa me yên ku `Şerê Tiunekirina Teror`ê dişopînin, ragihandin ku QSD`ê di saet 18:00`an de vê êvara yekşemê jinûvedestpêkirina operasyonên xwe yên leşkerî li Baxozê ragihand.

Çankaniyek leşkerî ji nûçegihanên me re diyar kir ku QSD`ê piştî bidawîbûna dema ku ji çeteyên DAIŞ`ê re diyar kiriye da ku tevî malbatên xwe ji gundê derkevin û xwe radest bikin,  operasyonên xwe ji bo rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê destpê kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku QSD`ê di 1`ê Adarê de destpêkirina pêngava dawîn a rizgarkirina gundê Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê ragihandibû. Piştî demekê di eniyekê de da ku rê ji bo derketina çeteyan û malbatên wan ji gund û xwe radestî QSD’ê bikin, operasyonên xwe rawesatndibû. Li ser wê bi hezaran ji endamên DAIŞ`ê û malbatên wan ji gund derketin lê hîna jî hindek ji wan derketina ji gund red dikin.

(şx)

ANHA