Sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re hat xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, hêzên leşkerî û saziyên sivîl sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re di bin konên cuda de xwestin.

Sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl û Mihemed re hat xwestin
10 adar, 2019   15:46

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs, hêzên leşkerî û endamên saziyên sivîl berê xwe dan konên sersaxiyê yên şehîd Xelîl Hemdî (Fadil Hesekê) û Mihemed El-Mizel  (Zagros Şemer). Her du şehîd di 7’ê Adarê, di Şerê Tinekirina Terorê de di pêngava rizgarkirina Baxozê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bûbûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan konek li gundê Ukaz û konê din li gundê El-Hedîbiye yên girêdayî navçeya Til Hemîsê veda û bi wêneyên her du şehîdan  û  alên QSD`ê xemilandin.

Di merasimê de hevserokê Meclisa Til Hemîsê Salih El-Xelef, endama Kongreya Star Cewze El-Hasûd û endamê  Meclisa Malbatên Şehîdan a nacvçeyê Mihemed Xilewî axaivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate diyarkirin ku bi saya têkoşîna şehîdan xak rizgar bû û teror têk çû.

Her wiha axaftvanan qala serkeftinên QSD`ê yên li dijî DAIŞ`ê û rola wê di qewirandina çeteyên DAIŞ`ê de ji tixubên Dêrikê heya Baxozê kirin.

Axaftvanan tekez kirin ku şehîdan bi keda xwe pirên azadiyê ava kirin û xak ji terorê parastin.

(şx)

ANHA