Siyasetmedarên Hesekê: Divê cîhan bi Rêveberiya Xweser itîrafê bike

Siyasetmedarên kantona Hesekê banga hevgirtina bi QSD`ê re li dewletên cîhanê û hêzên niştîmanî kir. Bi taybet di qonaxa piştî bidawîbûna DAIŞ`ê de ji bo tunekirina hişmendiya wê.

Siyasetmedarên Hesekê: Divê cîhan bi Rêveberiya Xweser itîrafê bike
10 adar, 2019   08:55

BASIL REŞÎD / HESEKÊ

Piştî bidawîbûna pêngava dawîn a Bagera Cizîrê anku Şerê Tunekirina Terorê ji bo rizgarkirina baregeha dawîn a ku çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê xwe tê de asê kirine û bi nêzîkbûna rizgarkirina QSD`ê tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê re, endamên partiyên siyasî û rêxistinên jinan kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina ji DAIŞ`ê anî ziman.

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Yûsif Selamê nêzîkbûna têkbirina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahiya gelan û pêkhateyên herêmê pîroz kir û wiha got: "Ji gelek salan ve herêm rastî komkujiyên DAIŞ`ê tê û kesek jê nefilitî. DAIŞ`ê bi zanebûn gelek herêm û gund wêran kirin. Çeteyên DAIŞ`ê jin li Şengalê ji xwe re helal kirin, şêniyên wê dan koçberkirin û binpêkirinên dermirovî û dûrî îslamê li dijî wan pêk anîn.”

Selamê destnîşan kir ku ciwanên Bakur û rojhilatê Sûriyê bi tena serê xwe li hember wê rêxistinê sekinîn û cîhanê li wan temaşe kir û wiha domand: "Piştre Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ`ê hate avakirin û di YPG, YPJ û piştre QSD`ê de hevalbendeke xurt li ser erdê dîtin.”

Yûsif destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi destê QSD`ê têk diçin, bi saya fedakariyên lehengên QSD, YPG û YPJ`ê DAIŞ`ê di erdîngariyek biçûk de li Baxozê hatine dorpêçkirin. Yûsif wiha berdewam kir: "QSD`ê ji bo parastina jiyana sivîlan, korîdorên ewlehiyê vekirin, kamp ji bo pêşwazîkirina wan vekirin û alîkarî li wan belav kirin. Heya ku ev rêxistin di dawiyê de li Baxozê tengavkirin, bi sedan serçeteyên wan girtin û serkeftin li ser mezintirîn werema kanserê ku cîhan û herêmê tehdîd dikir, bi dest xist."

Di nav gotinên xwe de Yûsif girîngiya bidawîbûna DAIŞ`ê û destekderên wê tekez kir û ew serkeftin bi serkeftina pirrengî û biratiya gelan wesifand. Yûsif bal kişand ser rola jinê di têkbirina DAIŞ`ê de û got: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê serkeftinê de bi lehengî li ber xwe da, rola xwe di tunekirina mezintirîn rêxistina terorê de isbat kir û destanên lehengiyê xêz kirin.”

Di dawiya gotinên xwe de Selamê bang li dewletên cîhanê kir ku fedakariyên gelên herêmê bi tevahiya pêkhateyên wê ve ji bîr nekin û Bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îtîraf bikin.

Berdevka Kongreya Star a kantona Hesekê Jiyan Ibrahîm Hisên jî bal kişand ser ku çeteyên DAIŞ`ê ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl didan şoreşa Bakurê Sûriyê bişkînin, lê şoreş bû şoreşa jinê. Jin karî li hember her êrîşekê li dijî xaka welêt bisekine û gelek serkeftin bi dest xistin.

Jiyan tekez kir ku hindek dewlet bi rêya komên çete hewl didin tecrubeya demokratîk a herêmê têk bibin, lê gelê herêmê bi saya fedakariyên ciwanên xwe yên şehîd dê li ber xwe bidin û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember zihniyeta faşîst û desthilatdar bisekinin.

Jiyan bang li dewletên cîhanê kir ku li rex şoreşa Bakurê Sûriyê bisekinin, bi vîna wan îtîraf bikin û ji bo xizmeta tevahiya civak û gelan bi Rêveberiya Xweser re hevkar bin.

DAIŞ`ê mîna kabûsê bû

Girêdayî heman mijarê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Hesekê Ciwan Îso hişmendiya DAIŞ`ê bi xeternak û teng wesifand. Îso destnîşan kir ku ew rêxistin li ser gelên herêmê xeter e. Îso diyar kir ku ji ber ku gelek dewlet desteka DAIŞ`ê kir, ji herêmê re bû kabûs û wiha domand:"Dewleta Tirk zemîna çeteyên DAIŞ`ê amade kir, şert û merc û desteka pêwîst ji bo êrîşan ji wan re peyda kirin.”

Îso bilêv kir ku armanca DAIŞ`ê tunekirina tevahiya gelên herêmê bû û wiha domand: "Lê me biryara berxwedanê ji bo tunekirina wê hişmendiya tundrew hilbijart. Berbijarka me siyaset û komployên li dijî herêmê bi sponseriya Tirkiyê pûç kirin. Îro ew rêxistin ji aliyê YPG, YPJ û QSD`ê ve tune dibe. Ev serkeftin ji tevahiya gelên herêmê re serkeftineke dîrokî ye."

Di dawiyê de Îso bang li civaka navdewletî û Hêzên niştîmanî kir ku li rex QSD`ê di qonaxa piştî tunekirina DAIŞ`ê de bisekinin û wiha got: "Ji ber ku niha em di qonaxa tunekirina hişmendiya rêxistina DAIŞ`ê re derbas dibin. Ji ber wê hevgirtina tevahiya hêzên demokratîk û dewletên cîhanê bi projeya demokratîk ji bo tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê pêwîst e."

(şx)

ANHA