Artêşa Îsraîlê filistîniyek kuşt

Artêşa Îsraîlê duh di seatên derengiya şevê de filistîniyek li aliyê rojava kuşt, her wiha balafirên şer ên Îsraîlê cihên komên leşkerî yên filistîniyan bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê filistîniyek kuşt
10 adar, 2019   09:24

XEZA

Çavkaniyên filistînî got artêşa Îsraîlê ciwanê bi navê Selamê Keabîne dema ku bi erebeya xwe diçû, kuştiye. Her wiha malpera 0404 a Îsraîlê jî diyar kir ku ajokarê erebeyê dê erebe biajota ser mirovan, lewre hatiye kuştin.

Beriya vê bûyerê, artêşa Îsraîlê 3 karker dema ku ji kar vedigeriyan, bi îdiaya ku wan hewl daye ku erebeyê biajon ser mirovan, kuştibûn.

Her wiha balafirên şer ên Îsraîlê duh di seatên sibehê de, bersiva topavêja ku ji Xezayê derket da û gelek cihên li Xezayê bombebaran kirin. Artêşa Îsraîlê got balafiran gelek cihên hundirê kombûna leşkerî ya tevgera Hemasê yên bakurê Xezayê bombebaran kirin.

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku balafiran navenda nêçîrvanên filistînî ya rojava Xezayê bombebaran kir.

(jo)

ANHA