Li benda alîkariyê ye da ku vegere jiyana xwe ya normal

Jiyana zarokê bi navê Mihemed Emûrî piştî ku di encama teqîna mayinekê de ji lingê wî yê çepê jê dibe, tê guhertin. Mihemed li benda alîkariyê ye da ku vegere jiyana xwe ya normal.

Li benda alîkariyê ye da ku vegere jiyana xwe ya normal
10 adar, 2019   08:42

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Li gorî serjimara aliyên peywendîdar, 27 zarokên ji şêniyên Efrînê û Şehbayê di encama teqîna mayinên çeteyên DAIŞ`ê de bûn qurbanî ku dema kantona Şehbayê dagir kiribûn, çandibûn. 7 zarokan jiyana xwe ji dest da û 20 kesên din birîndar bûn. Mihemed Emûrî yek ji wan zarokan e ku lingê xwe yê çepê jê bûye.

Mihemed Emûrî (13) salî ye û ji gundê Cobê yê kantona Şehbayê ye. Mayineke ji bermahiyên DAIŞ`ê beriya 10 mehan dema ku bi zarokan re dilîst, teqiya û lingê wî yê çepê qut kir.

Di roja sêyemîn a Cejna Qurbanê de dema ku Mihemed û hevalên xwe di nav zeviyên çandiniyê de dilîst, ew bûyer pêk hat. Mihemed piştî ew rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê, ji mirinê filitî, lê ji bandora psîkolojîk nefilitî, birîna wî bandor li jiyana wî û pêşeroja wî dike. Mihemed ji dibistan û hevalên xwe dûr dikeve.

Mihemed çend mehan dihat dermankirin, ji ber vê yekê ji dibistan û lîstokên li gel hevalên xwe qut bû. Şêniyên gund jê re gopalek kirî da ku pê bikare bimeşe.

Mihemed Emûrî wiha dibêje: "Dema ku ev tişt hate sere min, min nikaribû tevger bikira, malbata min bi min re dibû alîkar ku ez tevger bikim. Ez hemû wexta xwe li malê derbas dikim, ez nikarim bimeşim, piştî ku şêniyan ji min re gopal kirî, bi wê ez dikarim tevger bikim, hevalên min mîna berê serdana min nakin ku em bi hev re bilîzin."

Emûrî hêvî dike ku lingekî çêkerî jê re bê peydakirin da ku bikare bi hêsanî bimeşe û biçe dibistanê û bi hevalên xwe re bilîze. Lê rewşa malbata wî ya aborî xirab e, nikarin lingekî çêkerî bikirin. Ew bang li rêxistinên mirovî dike ku alîkariya wî bikin.

(jo)

ANHA