Li Minbicê agir bi malekê ket

Vê sibehê li Minbicê Tîma Agirkujiyê şewata ku bi malekê ketibû, vemirand. Piraniya malê şewitî.

Li Minbicê agir bi malekê ket
Li Minbicê agir bi malekê ket
Li Minbicê agir bi malekê ket
Li Minbicê agir bi malekê ket
Li Minbicê agir bi malekê ket
10 adar, 2019   08:46

MINBIC

Vê sibehê li Kolana 30’î ya aliyê rojavayê Minbicê, bi sedema sobeya mazotê, agir bi malekê ket.

Şêniyên taxê got kêliya agir bi malê ketiye, kes tê de tune bû û wan agahî da Tîma Agirkujiyê ya bajarê Minbicê. Tîmê jî bi lez xwe da cihê şewatê û agir vemirand.

Di encama şewatê de, piraniya tiştên di malê de şewitîn, lê tiştek bi tu kesî nehat.

(fr)

ANHA