ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.03.2019
6 adar, 2019   05:00

 

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Ji bo tunekirina DAIŞ`ê li Sûriyê, şêniyên herêma Bakurê Sûriyê fedekarî kirin. Di şerên li hember çeteyan de şervan û fermendar şehîd ketin, jê fermendar şehîd Feysel Ebû Leyla ye yê ku mohra xwe li têkoşîna li dijî çeteyan daye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Dêrikê parka zarokan tê vekirin, li navçeya Qenayayê ya rojavayê bajarê Kobanê Meclisa Jinên Sûriyê bi mamosteyan re dicive, Meclisa Jin û Kongreya Star li navçeya Eyn Îsayê şahiyekê li dar dixin, her wiha Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî şahiyekê li dar dixe, li kantona Şehbayê endamên Kongreya Star serdana Goristana Şehîdan a Navçeya Ehrisê dikin, Kongreya Star a civînên xwe li gel jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundê Jinwar ku 48 kesan pêk tê cara dûyemîn amadekariya pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantona Şehbayê ku ev du salên roja xwe bi azadî pîroz dikin kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin, bi hêz û îsrara rizgarkirina jinan ew ê xwe pêş bixin û civakeke demokratîk ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Serêkaniyê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê, têkoşer û şoreşgeran pîroz kir. Her wiha destnîşan kirin ku têkoşer Leyla Guven veguheriye sembola jina azad a ku zulm red dike û şopdarê rêya têkoşerên azadiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Hêvî Silêman diyar kir ku pîrozkirina cîhan 8`ê Adarê di dema ku dagirkeriya Tirk hovatirîn cureyên zulmê û qirkirinê der heqê jinan li Efrîna dagirkirî de dimeşîne, cihê mixabiniyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku dîrok dê serkeftinên QSD`ê li hember DAIŞ`ê ya ku li ser tevahiya cîhanê xeter bû binivîse û got: "Divê cîhan qenciya QSD`ê ji bîr neke û li rex gelên ku şerê DAIŞ`ê dikin bisekinin heya ku bighêjin mafên xwe yên rewa." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Avahiyan û Kargeha kevir ji bo peydakirina madeya destpêkê ya avakirinê û jinûveavakirina bajarê Reqayê dixebite. Hilberîna zêde derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA