Li Efrînê teqîn

Li bajarê Efrînê, teqîneke di nava komeke çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 3 çeteyên Sultan Murad birîndar bûn.

Li Efrînê teqîn
5 adar, 2019   20:15

EFRÎN

Çakvaniyan ji bajarê Efrînê ji ANHA‘yê re diyar kirin ku li Kolana Siyasî ya navenda bajêr nêzî bargeheke çeteyên Sultan Murad mayîneke ku di cihê çopê hatibû bi cihkirin, teqiya.

Teqîn saet di 17:00‘an de rû da. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 3 çete birîndar bûn.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî teqînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ketin tevgerê û rêyên sereke girtin.

Hate ragihandin ku balafirên keşfê li ser navçeya Şêrawa û bajarê Efrînê digerin.

ANHA