3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê destpê kir

Bi dirûşmeya `Em hemû Leyla  Guven in` çalakiyên 3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê li Herêma Cizîrê destpê kir.

3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê destpê kir
3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê destpê kir
3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê destpê kir
3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê destpê kir
3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê destpê kir
3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê destpê kir
5 adar, 2019   16:29

QAMIŞLO

Bi sedan şênî, werzîşvan û şampyonên jin ên Keretê, Teykwendo û Kîk Boksîng ji Herêma Cizîrê, şêniyên Qamişlo û endamên saziyên civaka sivîl tev li 3`yemîn Mihrîcana Jin a Werzîşê li stada Heysem Kiço li bajarê Qamişlo yê Herêma Cizîrê bûn.

Mihrîcanê bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê daxuyaniya Yekîtiya Werzîşê bi zimanê Kurdî ji hêla Lîlav Xelîl û bi zimanê Erebî ji hêla Tolîn Ebdulwahêd ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

`Şoreşa Rojava ya ku çirûska wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vêketî, ji tevahiya aliyên siyasî, leşkerî, civakî, rêxistinî, xizmetguzarî, werzîşî û dîplomasî ve şoreşa jinê ye.

Wek jinên ciwan em 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz dikin. Em hêvî dikin ev roja di rêya azadiyê de bibe çirûskek ji bo berdewamkirina têkoşîn û berxwedana jina azad.

Di şoreşa Rojava de YPJ`ê ji bo rizgarkirina jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintirîn destanên lehengiyê û fedekariyê li hember hovantirîn rêxistinên terorîst xêz kirin û ji tevahiya jinên cîhanê re bû sembol. Jinê fikr û felsefeya Rêber Neteweyî Ocalan ê ku azadiya jinê di Zanista Jin de (Jinalojî) misoger kir, ji xwe re kirin bingeh.`

Her wiha, gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Semîre Hac Elî axivî û 8`ê Adarê li tevahiya gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Her wiha teqez kir ku ew di çalakiyên xwe de heya azadiya tevahiya jinan berdewam in.

Di dawiya gotinên xwe de Semîre berxwedana têkoşer Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê di girtîgehên Tirkiyê de silav kir û destnîşan kir ku wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew piştgiriya berxwedana wan dikin.

Ji aliyê xwe ve fermendara YPJ`ê Ezîme Denîz Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan bi taybet jinên ku şerê DAIŞ`ê dikin li eniyan pîroz kir. Ezîme Denîz mihrîcan li tevahiya beşdaran pîroz kir û teqez kir ku serkeftin para jina berxwedêr e.

Piştî axaftinan, şervanên YPJ`ê yên ku şerê DAIŞ`ê kirine ji hêla Yekîtiya Werzîşê ve hatin xelatkirin.

Paşê gelek berhemên werzîşê û hunerên şer ji Taykwendo, Keretê û Kîk Boksîng hatin pêşkêşkirin.

Mihrîcan bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA