Rêziknameya du desteyên din hatin erêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di civînekê de rêziknameya du desteyên Meclisa Rêveber erê kir.

Rêziknameya du desteyên din hatin erêkirin
5 adar, 2019   15:55

GIRÊ SPÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ji bo erêkirina rêziknameya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan û Desteya Aborî û Çandiniyê civînek li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Kantona Girê Spî li dar xist.

Hevserokên Rêveberiya Xweser Ferîd Etê û Sîham Qeyro û cîgirên wan, hevserokatiya desteyên Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Aborî û Çandiniyê û piraniya endamên Meclisa Giştî tev li civînê bûn.

Civîn bi xwendina rêziknameya her du desteyan ji hêla endamê Dîwana Meclisa Giştî Yasir Silêman ve destpê kir. Piştî nirxandina Komîteya Qanûnî û hevserokatiya her desteyekê, Meclisa Giştî rêziknameya desteyên Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Aborî û Çandiniyê erê kir.

Her wiha meclisê erêkirina rêziknameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê heya rûniştina bê paşxist.

Bi vê yekê Meclisa Giştî  rêziknameyên 9desteyan "Hundirîn, Çandê, Ciwan û Werzîş, Tenduristî û Hawîrdor, Malî(Darayî), Karûbarên Civakî û Xebitandinê, Jin, Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan û Aborî û Çandiniyê erê kirin.

(şx)

ANHA