NY erkên xwe paşguh dike û tawanan diavêje

Bi zêdebûna hejmara koçberan li kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê re û li gel paşguhkirina rêxistinên girêdayî NY`yê, barê rêveberiya kampê û rêxistinên ku di nav kampê de kar dikin, zêde bûye. NY li şûna pêkanîna erkên xwe yên li hemberî koçberan, aliyên din sûcdar dike.

NY erkên xwe paşguh dike û tawanan diavêje
3 adar, 2019   09:18

AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) gelek rapor derxistin û tê de QSD`ê bi girtina sivîlan sûcdar dike. Tevî wê jî behsa haletên wefatê di nav koçberên kampê de dike. Gelo rastiya van tawanan û rewşa herêmê çi ye?

Destpêkê divê mirov destnîşan bike ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina koçber û penaberan ji herêmên cuda yên Sûriyê kamp hatin vekirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên herêmî û hindek rêxistinên cîhanî çavdêriya kampan dikin. Tevî hebûna rêxistinên girêdayî NY`yê lê tenê bi rejîma Sûriyê dan û standinan dike û bi erkên xwe li hember koçberan pêk nayne.

Koçberên ku di nav kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, alîkarî ji wan re tê pêşkêşkirin, di herêmê de azad tev digerin û di nav herêmên ku kamp lê ne, bêyî ku pirsgirêk derkevin dixebitin. Lê ji ber veguhestina malbatên DAIŞ`ê û sivîlên ku ji Baxozê gundê ku DAIŞ tê de hatiye dorpêkirin, ji kampa Holê, rewş li wir cuda ye, ji ber wê hindek tişt şaş têne fehmkirin.

Tê zanîn ku QSD`ê ji Îlona 2018`an ve dest bi pêngava xwe ya dawîn li dijî DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê kiriye. Bi deh hezaran sivîl û malbatên DAIŞ`ê li herêmên DAIŞ`ê ne. Bi tengavkirina QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxozê, QSD`ê korîdorên ewle ji sivîlan re vekirin û wan sivîl û malbatên DAIŞ`ê ku ji Baxozê revîne veguhestin Kampa Holê.

Piştî vekirina korîdorên ewle, sivîl û malbatên çeteyan DAIŞ`ê digihêjin nuqteyên QSD`ê yên destpêkê. QSD ji wan re tevahiya pêdiviyan ji xwarin, cil û xebatên tenduristiyê pêşkêş dike. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê xwe di nav sivîlan de vedişêrin, QSD girtekên ewlehiyê digire.

Lê di van demên dawîn de NY û hindek rêxistin di raporên xwe de QSD bi girtina sivîlan tawanbar kir. Girêdayî vê hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî Dijwar Ehmed Axa ku tevahiya detayên koçberiyê heya ku bigihêje rêxistinên di nav kampan de û aliyên ku alîkariyê pêşkêş dikin dizane, axivî.

Dijwar Ehmed Axa got NY û heta rêxistina Human Rights Watch, QSD bi girtina malbatên DAIŞ`ê û sivîlan sûcdar kir, lê ev tawan ji rastiyê dûr in. Ji ber ku QSD`ê korîdorên ewlehiyê ji wan sivîlan re vekirin, pêşwazî kirin û xwarin û tevahiya pêwîstiyên wan peyda kirin. Ji ber wê şervan ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan birçî dimînin.

Ehmed Axa got di serdana berpirsê herêmî yê Human Rights Watch de ji herêmê re, wî jê re diyar kiribû ku çawa QSD tenê koçberan heya nuqteyên xwe pêşwazî dike û digihîne herêmên ewle, piştre rêxistin wan pêşwazî dikin û vediguhêzin kampan. Ehmed Axa wiha domand: "Tevî wê jî QSD xwarin û cil ji wan re pêşkêş dike û haletên ku bi hewcedariya dermankirinê ne tîmên wan ên tenduristiyê bi lez mudaxele dikin."

Ehmed Axa destnîşan kir ku ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê xwe di nav sivîlan de vedişêrin, QSD girtekên ewlehiyê digire. Kesên ku ji çeteyan têne girtin, bi rêya şahidiyên şêniyan nasnameyên wan têne tekezkirin ku ew DAIŞ`î ne yan jî di encama mikurhatina hevalên wan de têne naskirin.

Piştî ku kar û barên ewlehiyê bi dawî dibin, koçberan bi rê dikin kampa Holê ku niha nêzî 51 hezar koçber lê ne, ji wan 14 hezar berê li wir bûn, yên nû hatine sivîl in an jî malbatên çeteyên DAIŞ`ê ne, piraniya wan jî jin û zarok in.

Piştî ku koçber digihêjin kampê, ji wan re cih tê diyarkirin û hemû pêdiviyên jiyanî ji wan re têne peydakirin. Niha hin sivîl berê li wir in, hin jî malbatên çeteyan in, lewma pêwîst e  ji hev bêne cudakirin.

Koçberên berê dikarin biçin û bên, piraniya wan jî ji bo debara jiyana xwe li bajarên nêzîk dixebitin, li kampê jî xwarin û alîkariyên tenduristiyê ji bo wan tên pêşkêşkirin. Lê yên nû hatine herêmê nas nakin, rêveberiya kampê û hin rêxistinên navdewletî alîkariyê didin wan, ji hemû koçberan re xizmeta telefonê tê pêşkêşkirin da ku karibin bi xizmên xwe re têkiliyê bikin.

Rewşa malbatên çeteyan jî mîna yên koçberên din e, alîkariyên xwarinê û tenduristiyê ji wan re tên pêşkêşkirin û eger pêwîst be wan bi rê dikin nexweşxaneyan, lê ew li cihekî cuda hatine bicihkirin da di navbera wan û xizmên hin qurbaniyên DAIŞ`ê de pevçûn û tolhildan çênebe.

Rêveberiya Xweser û hin rêxistinên navdewletî alîkariya koçberan dikin, lê NY bi awayekî berbiçav kêmasiyan dike. Di vê derbarê de Dijwar Ehmed Axa wiha dibêje: “Li herêma Cizîrê tenê 5 kamp hene û ji aliyê me ve tên birêvebirin. Lê NY berpirsyariyên xwe pêk nayne û bi rejîmê re dide û distîne, ev kamp jî ne di bin çavdêriya rejîmê de ne.”

Axa diyar ki ku ew bi hin rêxistinên ji derveyî NY`yê re têkilî dikin û peymanan çêdikin û bi hev re alîkariya koçberan dikin, lê bi zêdebûna hejmara koçberan barê wan jî giran dibe û wiha pê de çû: “Koçberiya zêde barê me giran dike, Rêveberiya Xweser û ev rêxistin nikarin hemû pêdiviyên koçberan pêk bînin.”

NY bi rejîmê kar dike

Axa her wiha diyar kir ku rêxistinên NY`yê; WFP, UNHCR û WHO û rêxistinên din jî berpirsyariyên xwe der barê koçberan de pêk naynin. Axa wiha dewam kir: “Heyva Sor a Kurd alîkariyê dide kampa Holê û kampên din jî, lê derfetên wê kêm in. Piştî zêdebûna koçberên ji herêmên DAIŞ`ê bar girantir bûye, ji ber wê, em rê didin hemû rêxistinan ku alîkariyê pêşkêş bikin, carinan Heyva Sor a Sûriyê jî alîkariyê dide.”

Dijwar Axa dîsa bal kişand ser qelsiya alîkariyên NY`yê û wiha got: “Wekî me got, NY ne bê alî ye, ew bi rejîmê re dide û distîne, her wiha kar û barên wan pir burokratîk in û dereng dimînin.”

Ji ber qelsiyên NY`yê Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe û alîkariya Heyva Sor a Kurd û hin rêxistinên mirovî alîkariyan pêşkêşî koçberan dike, lewma dê hinek kêmasî derkevin bi taybet piştî ku hejmara koçberan zêde bû.

Di rapora NY`ê de behsa mirina hin zarokan tê kirin li kampa Holê, lê tişta xuya dike ew e ku ev zarok ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de hatine, li wir xwarin û xizmetên tenduristiyê û derman kêm in, gelek ji wan beriya ku biighîjin navendên tenduristiyê yên QSD`ê, jiyana xwe ji dest dane.

Dijwar Axa jî ev tişt tekez kir û wiha axivî: “Dibêjin ku bûyerên mirinê li kampa Holê pêk hatine, ev ne rast e, mirin di rê de pêk hatin, ji ber kêmbûna xwarin û dermanan li herêmên DAIŞ`ê.”

Axa diyar kir ku wan bi rêxistinên NY`yê re 2 civîn li dar xistine da ku 2 navendên tenduristiyê li ser rêya koçberiyê ava bikin lê rêxistinên NY`ê berpirsyariyên xwe nekirin û daxwaza wan pêk neanî. Axa belgeyên ku ji wan civînan derketine jî destnîşan kirin.

‘Divê rêxistinên NY’yê xwe ji berpirsyariyê nedin paş’

Der barê mijara bûyerên mirinê de Axa wiha got: “Kes ji ber xwarina kêm li kampên me nemiriye, nûnerên NY`yê û Xaça Sor li wir hene, ew xwaringehên li kampan dibînin ku çawa rojane bi hezaran pakêtên xwarinê pêşkêş dikin. Eger bûyerên mirinê li kampê çêbûbin jî divê NY ji ber kêmasiyê hesabê ji xwe bixwaze, ne ku kêmasiya xwe biavêje ser hinekên din.”

Dijwar Axa di dawiya axaftina xwe de ev pirs arasteyî raya giştî kirin: “Kanê rêxistinên NY`ê? Kanê UNICEF? Ma ne ew in berpirsyarên zarokan? Eger rast dibêjin, çima nexwe zarok dimirin, çima ev rêxistin alîkariyê nadin? Çima Rêveberiya Xweser tawanbar dikin, lê di rastiyê de yên tawanbar ew in û ew erkên xwe bi cih naynin. Em li vir behsa zarokên ku ji mirinê reviyane dikin, pêdiviya wan bi xwarin, cih û cilan heye. Ew jî ji me re behsa perwerde û dibistanan dikin. Her tişt li gorî girîngiyê pêk tê, destpêkê pêwîst e ew jiyana zarokan biparêzin paşê behsa tiştên din bikin.”

(şx/kn)

ANHA