Li Baxozê QSD bi pêş de diçe

Di van kêliyan de li Baxozê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin. Her wiha dûmaneke pir mezin ji gund derdikeve û çeteyên DAIŞ`ê moşekan diavêjin da ku li pêşiya şervanan bibin asteng.

Li Baxozê QSD bi pêş de diçe
2 adar, 2019   11:03

DÊRAZOR

Li Baxozê piştî operasyona dawîn a li dijî çeteyên DAIŞ`ê hate ragihandin, ji şevê din ve şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêş de diçin.

Nûçegihanê me ku pêngavê dişopîne, ragihand ku di van kêliyan de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li gund şerekî dijwar rû dide û şervanên QSD`ê bi pêş de diçin.

Nûçegihanê me diyar kir ku dûmaneke zêde ji gund derdikeve. Li gorî fermandarên QSD`ê dibe ku ew dûman ji ber teqîna depoyeke çekan a DAIŞ`ê pêk hatiye.

Her wiha nûçegihanê me destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê hewl didin pêşketinên şervanan asteng bikin û moşekan bi kar tînin. Her wiha teqez kir ku şervan tedbîrên pêwîst digirin û bi pêş de diçin.

(bx)

ANHA