ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.02.2019
27 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê 3 şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Goristana Şehîdan a Minbicê oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê rêgeza `Berxwedan jiyan e` ji xwe re kirin bingeh. Salekê li Kantona Şehbayê li pey xwe hiştin. Berxwedana wan ji êrîşan re bû bersîv û di vegera xaka xwe ya dagirkirî de bi israr in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Têkoşer Cîhan Şêxmûs `Viyan Soran` bi hevoka `Efrîn ne bi tenê ye` ku xwest di bin wêneya xwe de werin nivisand soza xwe pêk anî, Viyan Efrîn berneda û heya dilopa xwîna dawî parastin kir. Viyan Soran di 27`ê Sibata 2017`an de tev li kerwana şehîdên Berxwedana Serdemê dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çeteyên DAIŞ beriya 5 salan girtin ser mala wan û bê sûnc zarok û hevjînê wê girtin, heta niha aqûbeta wan ne diyar e. Jinan banga eşkerekirina çarenûsa zarokên kirin û hêvî kirin ku herêmên wan ji çeteyên dagirkeriya Tirkiyê werin rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, jinên Reqayê êdî cil û bergên rengîn jî li xwe dikin ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de hatibûn qedexekrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinek DAIŞ`î teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên derbeyên giran ji hêzên QSD‘ê dixwin êdî endamên xwe wek mertalên zindî bi kar tînin û got: "Ji ber tevlêbûna DAIŞ`ê me azar kişand." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Parkan a Bendava Firatê bi rêya projeya meştela çandiniyê ya beriya 15 rojan ve daye destpêkirin, hewl dide keskahiya herêmê vejîn bike û hin cureyên daran ên baş biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi zêdebûna hejmara koçberan li kampa Holê re azarên wan jî zêde dibin, lê rêxistinên navdewletî rewşa wan paşguh kirine û erka xwe ya li hemberî wan pêk nayînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA