Desteya Karûbarên Civakî serdana kampa Holê kir

Şandeyek ji Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Holê kir.  Şandeyê ji rêxistinên navnetewî xwestin ku alîkariya koçberan bikin.

Desteya Karûbarên Civakî serdana kampa Holê kir
Desteya Karûbarên Civakî serdana kampa Holê kir
Desteya Karûbarên Civakî serdana kampa Holê kir
Desteya Karûbarên Civakî serdana kampa Holê kir
Desteya Karûbarên Civakî serdana kampa Holê kir
26 sibat, 2019   12:17

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Di çarçoveya şopandina jiyana koçberên di kampê de, Îro şandeyek ji Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Holê kir. Bi destpêkirina Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê re, hejmara koçberên li kampa Holê roj bi roj zêde dibe.

Şande ji Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî û cîgirên wî Sûltana Hisên û Behaadîn Elî û nûnerên Meclisa Rêveber pêk dihat. Şande ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Kampên Herêma Cizîrê Mecîde Emîn, berpirsa kampa Holê Hemrîn Hesen û Şêwermendê Rêveberiya Kampên Herêma Cizîrê Rojhat Meydanî hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de civîneke hate lidarxistin, di civînê de rewşa kampê, çawaniya xurtkirina kampê da ku pêşwaziya koçberan bikin û firehkirina kampê hatin nîqaşkirin.

Der barê serdana kampa Holê, Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî ji ajansa me re axivî û wiha got: " Serdana me li ser daxwaza Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, da ku rewşa koçberan bibînin, planeke deyînin da ku pêla koçberiyê ya zêde çareser bikin û alîkariyê bikin".

El-Maşî teqez kir ku di civînê de hate diyarkirin ku divê bang li rêxistinên mirovî bikin da ku bi erka xwe li hember vê hejmara pir a koçberan, rabe û alîkarî pêşkêşî koçberan bikin.

Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Rêveberiya Kampên Herêma Cizîrê Macîde Emîn destnîşan kir ku ev serdan di çarçoveya şopandina zehmetiyên ku rastî rêveberiya kampê tên, pêk hat, her wiha awayê derbaskirina van zehmetiyan û awayê alîkariya rêveberiyê di demên niha û pêşerojê de, hate nîqaşkirin.

Di dawiyê de şande di nava kampa Holê de geriya.

(jo)

ANHA