Şaredariya El-Mensûra bi derfetên kêm xebatên xwe dimeşîne

Şaredariya Gel a bajarokê El-Mensûra ku bi 20 km dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê, ruxmî gelek astengiyan hewl dide bi derfetên heyî xebatên xizmetguzariyê bi pêş bixe.

Şaredariya El-Mensûra bi derfetên kêm xebatên xwe dimeşîne
Şaredariya El-Mensûra bi derfetên kêm xebatên xwe dimeşîne
Şaredariya El-Mensûra bi derfetên kêm xebatên xwe dimeşîne
Şaredariya El-Mensûra bi derfetên kêm xebatên xwe dimeşîne
Şaredariya El-Mensûra bi derfetên kêm xebatên xwe dimeşîne
Şaredariya El-Mensûra bi derfetên kêm xebatên xwe dimeşîne
26 sibat, 2019   11:26

TEBQA

Ruxmî alavên kêm ên Şaredariya Gel a bajarokê El-Mensûrê, lê şaredariyê bi erka xwe radibe û xebatên xizmetguzariyê ji erdnîgariya ku 30 km derbas dike, pêşkêş dike.

Werşeyên kar tevî alavên heyî rojane di nav kolanên bajarok de ji saetên sibehê ve digerin, çopê kom dikin û dibin cihê wê yê diyar li başûrê bajarok. Werşeyên kar çal û kortên li ser rêyên bajarok ên qerebelix, tijî dikin da ku rê li pêşiya qezayên trafikê bigirin.

Her wiha şaredariyê meştelek taybet ji bo çandina navîna rêyan û çerxerêyan amade dike. Tevî wê jî parkên bajarok paqij û sererast dike û cureyên daran ên cuda li meştela ku vekiriye, diçîne. Bi vê yekê rêgeza xwetêrkirinê pêk tîne.

Ji aliyê ava vexwarinê ve, şaredariyê toreyên ava vexwerinê sererast kirine, depoya başûrê bajarok û stasyonên hilmijê yên El-Mensûra û gundewarên wê restore kirine.

Hevserokê Şaredariya El-Mensûra Elî El-Mihsên diyar kir ku şaredariyê ji bo dabeşkirina kar û bi armanca sivikkirina zextê li şaredariyê ji aliyê dem û kedê ve buroyeke xizmetguzariyê li gundê El-Hemam ê li rojhilatê El-Mensûra vekiriye.

Elî El-Mihsên behsa astengiyên ku rastî şaredariyê tên, kir. El-Mihsên diyar kir ku şaredariyê tevî alavên kêm hewl dide ax û çopa ku di dirêjahiya salên derbasbûyî de kom bûye, rake û kolanan paqij bike.

Ji bilî rûbera bajarok a zêdetirî 5 km’yan, 10 gund ku erdnîgariya wan 30 km derbas dike, girêdayî bajarokê El-Mensûre ne. Her wiha serjimara bajarokê zêdetirî 50 hezar şêniyan e.

(şx)

ANHA