Bernameya rakirina hişmendiya DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Buroya Karûbarên Mirovî bi hevkariya rêxistinên mirovî û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo desteka derûnî ya şêniyên ku di bin serweriya DAIŞ`ê de jiyane, dixebite. Buro hewl dide şêniyan ji hişmendiya tundraw xilas bike.

Bernameya rakirina hişmendiya DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
26 sibat, 2019   09:31

GIRÊ SPÎ

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ku QSD’ê li dijî DAIŞ’ê li Baxozê dabû destpêkirin, ber bi dawiyê ve diçe. Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe amade dikin da ku derbasî qonaxeke nû ya ‘piştî DAIŞ`ê’ bibin.

Gelek herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, bi salan di bin hişmendiya wan a tundraw û tarî de jiyane. Piştî ku QSD’ê ew herêm ji DAIŞ’ê rizgar kir, bermahiyên îdeolojiya wan a tarî di mêjiyê şêniyan de ma. Di heman demê de fikrên tarî û tundraw ên çeteyan bandoreke mezin li derûniya gel kiriye. Çeteyan şêniyên herêmê, di serî de zarokan, ciwan û kesên temenmezin tev li dewreyên “şerîatê” kirin ku gel teşwîqê kuştinê dikir.

Buroya Karûbarên Mirovî ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van demên dawîn de ji bo rakirina hişmendiya radîkal projeyên desteka derûnî pêşkêşî rêxistinên herêmî û navdewletî yên ku li herêmê kar dikin, dike.

Girêdayî mijarê hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî Ebdulqadir Miwehed got di destpêka vê mehê de bi Desteya Perwerdeyê, rêxistinên xebatên perwerdeyê dikin û rêxistinên desteka derûnî re civiyane. Miwehed destnîşan kir ku civîna wan ji bo jiyana şêniyan vegerînin rewşa asayî bû û wiha got: “Em hewl didin bi rêya bernameyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê, desteka derûnî û dewreyên zanistê hişmendiya radîkal ku DAIŞ`ê di hişê şêniyên Reqa û Dêrazorê de çandibû, rakin.”

Ebdulqahir Miwehed diyar kir ku ew koçberên bajarokê Baxozê û herêma derdorê ya li kampên Holê û Sewriê pêşwazî dikin. Her wiha destnîşan kir ku hejmara wan derdora 35 hezar e, alîkariyên pêwîst û cih ji wan re peyda dikin.

Miwehed tekez kir ku ji bo aqûbeta kesên ku agahî jê nayê wergirtin, bi rêxistina Human Rights Watch (Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan) û rêxistinên din re di nav koordîneyê de ne.

(şx/bm)

ANHA