Salek di ser Komkujiya Yelanqozê re derbas bû

Çete û leşkerên dagirkeriya Tirkiyê ku li hemberî berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan bê çare man, çekên giran bi kar anîn û komkujiyên hovane li ser sivîlan kirin. Ji wan qetlîaman yek jî li gundê Yelanqozê beriya salekê pêk hat.

Salek di ser Komkujiya Yelanqozê re derbas bû
Salek di ser Komkujiya Yelanqozê re derbas bû
Salek di ser Komkujiya Yelanqozê re derbas bû
Salek di ser Komkujiya Yelanqozê re derbas bû
Salek di ser Komkujiya Yelanqozê re derbas bû
Salek di ser Komkujiya Yelanqozê re derbas bû
26 sibat, 2019   06:54

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Şêniyên herêma Cindirêsê li rex şervanên YPG û YPJ‘ê di çarçoveya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berxwedana efsanewî nîşan da. Dagirkeran ku li hemberî berxwedana wan bê çare mane û derbeyên giran xwarin, çekên giran ên qedexekirî bi kar anîn û komkujî li ser sivîlan kirin.

Balafirên şer û helîkopterên dewleta Tirk a dagirker 26‘ê Sibata 2018`an komkujiyek li gundê Yelanqozê yê herêma Cindirêsê pêk anî û 6 sivîl qetil kirin û yek jî birîndar kir.

Gundê Yelanqozê dikeve bakurê herêma Cindirêsê û 25 malbat ji pêkhateyên Kurd û Ereb lê dimînin.

Di dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyê de, gundê Yelanqozê ji ber ku li cihekî bilind bû, xwedî cihekî stratejîk bû, lewre dagirkeriya Tirkiyê giraniya êrîşên xwe da ser vî gundî. Her wiha gund, rêya tekane ya xelaskirina sivîlan e, ji ber ku dikeve ser rêya EfrînCindirêsê li aliyê rojhilat û ji ber dijwariya êrîşan hatibû girtin.

Sibeha 26‘ê Sibata heman salê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li kargeheke dirûtina cilan û dikaneke cilên balê barand. Di encamê de 6 sivîl şehîd bûn, ji wan Îbrahîm Beşîr Hiso hate naskirin û Nîzar Xelîl, piştî ku hefteyekê li ser hişê xwe çû.

Nûçegihanên ajansa me piştî komkujiyê berê xwe da gund da ku rastiyê bişopînin. Li wir bi dehan top hatin avêtin, di encamê de Mehmûd Mengawî, Mihemed Welîd ên ji gundê Yelanqozê şehîd bûn. Bi vê yekê hejmara şehîdên sivîl gihaşt 8`an.

Li gel qetilkirina sivîlan jî, zerar gihîşt kargeha dirûtinê ku ji 17 makîneyan pêk dihat û binsaziya wê  rûxiya, her wiha cilên tê de hemû şewitîn.

Li gorî Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê hejmara şehîdên sivîl ji 20‘ê Çileyê heta 26‘ê Sibatê ve anku heta roja komkujiya gundê Yelanqozê gihîşt 199’an û 601 kes jî birîndar bûn.

Şêniyê bi navê Nîzar Reşo ê ji herêma Cindirêsê ku yek ji şahidên komkujiya gundê Yelanqozê bû, li ser komkujiyê wiha dibêje: "Em di mal de bûn, dengê tank, top û balafiran ku bi ser malên me de dihatin, guh ker dikirin û balafirên şer li ser gund digeriyan. Ji nişka ve dengê teqîneke mezin hat û erd hejand, toz û dûman li gund rabû."

Reşo wiha domand: "Wê demê şênî derketibûn gundê derdorê, me hev nas nedikir. Piştî ku balafiran gund bombebaran kir û dûr ketin, em bi lez çûn cihê bombebaranê ku werşeya dirûtinê û dikana firotina cilan a li gund kir hedef. Me 6 cenazeyên parçekirî di bin enqazan de dîtin û birîndar hebûn, me ew rakirin nexweşxaneya Efrînê."

Reşo diyar kir ku cenazeyên parçekirî li gund hatin definkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20‘ê Çileya 2018‘an bi armanca dagirkirinê bi hemû çekên giran û balafiran êrîşî kantona Efrînê kir, di encamê de bi sedan sivîl bûn qurbanî.

ANHA