ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.02.2019
26 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanan a Tebeqayê û Girînendeya Tûrizmî û Parastina Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hemleya paqijkirina Keleha Cabir dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên grevên birçîbûnê, çalakî li gundê Carûdiyê yê Dêrikê dest pê dike û dê 3 rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çete û leşkerên dagirkeriya Tirkiyê ku li hemberî berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan bê çare mane, çekên giran bi kar anîn û komujiyên hovene li ser sivîlan kirin. Ji wan komkujiya li gundê Yelanqûzê ya ku salek beriya niha hate kirin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokên Êzidî yên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin destnîşan kirin ku çeteyan li wan didan, çeld dikirin û ji bo ku bibin `Eşbalên Xîlafetê` wan perwerde dikirin û gotin: "Bi darê zorê me neçarî perwerdeyên leşkerî, olî û girtina islamê dikirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Reqayê destnîşan kirin ku bêyî fedekariyên QSD`ê wê îro şênî negihaştina azadiya xwe. Şêniyan diyar kirin ku divê ji şaneyên veşartî yên çeteyan hişyar bin û ji bo parastina ewlehiya herêmê divê bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Karûbarên Mirovî bi hevkariya rêxistinên mirovî û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo pêşkêşkirina desteka dirûnî ji şêniyên ku li herêmên bin serweriya DAIŞ`ê jiyane, dixebite da ku ji zihniyeta tundrewî xilas bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Çete Adil ku ji aliyê MÎT`a Tirk ve hate girtin û radestî DAIŞ`ê hate kirin, ji ANHA`yê re behsa hevpeymana dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê ya berdana 49 welatiyên Tirk li beramberî radestkirina 200 kesên biyanî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endamê Buroya Têkîliyên Giştî ya Kantona Efrînê Cemal Kurd got, hemû hewldanên Tirkiyê ji bo parçekirina xaka Sûriyê û bicihkirina Cebhet El-Nusra li ser masayea siyasî têk çûne. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê di derbaskirina ajandeyên xwe de bi rêya Soçiyê jî binket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêveberiya Jin a Tebqayê di çaroveya pêngava "Bi berxwedana jin jiyan geş dibe û teror têk diçe" de şahiyekê ji bo zarokan li gundê Siwêdiyê yê rojhilatê Tebqayê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantonên Efrîn, Şehba û navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kirin ku bi lez tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin û xeteriya li jiyana çalakgerên greva biçîbûnê rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Çîrokek ji hezaran çîrokên êş, kuştin û xizantiyê yên ku şêniyên Bakurê Sûriyê jiyane, çîroka Hisên El-Dêrî ye. Hisên El-Dêrî ji bo parastina jiyana malbata xwe ji topbarana bê serûber a rêjîma Sûriyê ber bi herêmên ku QSD`ê rizgar kirine direve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Kantona Şehbayê mehane 2 hezar û 450 pakêtên xwarinê li malbatên xizan û koçberan belav dike, her wiha pereyan dide 70 malbatên din. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tibespiyê ji ber belavbûna bêhna nexweş ji cihê çopê û xirabûna rêyan gazincan dikin, şaredariya jî lêborîna xwe xwest ji ber ku soza çareserkirinê dereng bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a bajarokê El-Mensûre yê ku 20 km dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê ruxmî gelek astengiyan hewl dide bi derfetên heyî warê xizmetguzariyê pêş bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA