Wezîrê Derve yê Îranê îstîfa kir

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îstîfa kir.

Wezîrê Derve yê Îranê îstîfa kir
25 sibat, 2019   20:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Reutrsê ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îstîfaya xwe pêşkêş kir.

Ajansa Nûçeyan a Fas a Îranê nûçeyan îstîfaya Zerîf belav kir, tê de diyar kir Zerîf  li ser hesabê xwe yê  Instagramê îstîfaya xwe ragihandibû. Ajansê ev nûçe ji Wezareta Derve ya Îranê teqez kir.

Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed îro yekemîn car piştî 8 salan serdana Tehranê kir û hevdîtin bi serokê Îranê Hesen Ruhanî û lîderê wî Elî Xamaneyî re kir. Cewad Zerîf di hevdîtinê re amade nebibû.