Dewleta Tirk derketina derveyî welat a xwişk û birayê Ocalan qedexe kir

Dewleta Tirk a dagirker derketina derveyî welat a Fatma û Mehmet Ocalan qedexe kir.

Dewleta Tirk derketina derveyî welat a xwişk û birayê Ocalan qedexe kir
22 sibat, 2019   18:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve di çarçoveya kontrola edlî de derketina derveyî welat ya xwişk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma û Mehmet Ocalan qedexe kir.

Ji aliyê Miduryeta Serbesti ya Kontrolkirî ya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve ji bo Fatma û Mehmet Ocalan agahdarname hate şandin û hate ragihandin ku derketina derveyî welat hatiye qedexekirin.

Di agahdarnameya ku ji bo Fatma û Mehmet Ocalan hatî şandin de hinceta derketina derveyî welat biryara ku 7’ê Sibatê ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve hate nîşandan.

Di agahdarnemeyê de tê gotin ku eger quralên ku hatine diyarkirin pêk neyê dadgeh wê biryara ‘girtin’ yan jî ‘biryarek din a tedbîrê bigre’.