Li Kobanê dermanxaneya dermanên xwezayî hat vekirin

Li Kobanê dermanxaneyeke dermanên xwezayî hate vekirin. Xebatkarê dermanxaneyê Mehmûd Bozan diyar kir ku sûda dermanên xwezayî ji dermanên kîmyewî pirtir e û di demeke kurt de mirov pê baş dibin.

Li Kobanê dermanxaneya dermanên xwezayî hat vekirin
Li Kobanê dermanxaneya dermanên xwezayî hat vekirin
Li Kobanê dermanxaneya dermanên xwezayî hat vekirin
Li Kobanê dermanxaneya dermanên xwezayî hat vekirin
21 sibat, 2019   06:47

HÊVÎDAR HERANÎ - STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Di civaka Rojhilata Navîn de çanda dermanên xwezayî ji Serdema Neolotîk heta roja îro dijî. Dermanên xwezayî herî zêde di nava gelên Kurd û Ereb de tên bikaranîn. Ev çand çanda keda jinan bû.

Piştî ku pergala kapîtalîst bi pêş ket û hemû saziyên civakî xistin nav pawanên (monopol) xwe êdî çanda dermanên xwezayî wek karek paşketî hat dîtin û pê re winda bû. Ji ber wê jî niha di roja îro de dermanên xwezayî zêde nayên dîtin. Lê di nava civakê de jî baş tê zanîn hinek nexweşî hene ku dermanên xwezayî ji wan re baştir tên.

Li Kobanê bijîşkê bi navê Qeyser Şiblî dermanxaneyeke dermanên xwezayî ku beriya 2 salan hatibû girtin, ji nû ve vekir. Dermanxaneya Qeyser Şiblî ya serekî li Şamê ye û ji wir dermanan li ser dermanxaneyên Kobanê, Girê Spî, Minbic û Dêrazorê belav dike.

Di dermanxaneya dermanên xwezayî ya bajarê Kobanê de, hemû dermanên ku gel pêdiviyên xwe pê heye, tên peydakirin. Dermanên nexweşiyên eczema, obezîte û kesên pir zeîf, dermanên porweşînê, paqijkirina lekeyên rû û hwd… tên dîtin.

Wekîlê bijîşk Qeyser Şiblî, Mehmûd Bozan diyar kir ku armanca vekirina dermanxaneyê ji bo hinek nexweşiyan gel berê xwe dida cihên dûr û wiha got: “Ji bo wê jî me  ev dermanxane vekir. Girîngiyeke mezin a nexweşxaneyê ji kesên nexweş re heye.”

Bozan got ku sûda dermanên xwezayî ji dermanên kîmyewî pirtir e û di demeke kurt de mirov pê baş dibin.

(bm)

ANHA