Di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Tirkiyê de şer rû dide- Hate Nûkirin

Li rojhilatê bajarê Babê şer di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Tirkiyê de rû dide.

Di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Tirkiyê de şer rû dide- Hate Nûkirin
20 sibat, 2019   19:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavakaniyekî leşkerî ji ajansa me re diyar kir ku li gundên rojavayê bajarê Minbicê û rojhilatê bajarê Babê ji saet 20:45‘an ve şer di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Mertala Firatê de rû dide.

Şerê li gundên Qerwêrdan, Girhiyok rû dide, her wiha gundê Kawkilî jî rastî topbaranê hat.

Çavkaniyan diyar kirin ku çete bi çekên giran êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Babê kirin, li ser bersivdana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê şer derket û şerê li herêmê bi çekên sivik dem dem didome.

Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

ANHA