Eyşe Efendî: Çawa Kobanê rizgar bû dê Efrînê jî rizgar bibe

Eyşe Efendî got, çawa Kobanê bi destê YPG û YPJ‘ê rizgar bû dê Efrîn jî rizgar bike.

Eyşe Efendî: Çawa Kobanê rizgar bû dê Efrînê jî rizgar bibe
Eyşe Efendî: Çawa Kobanê rizgar bû dê Efrînê jî rizgar bibe
Eyşe Efendî: Çawa Kobanê rizgar bû dê Efrînê jî rizgar bibe
20 sibat, 2019   19:10

ŞEHBA

Desteya Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê civînek ji malbatên şehîdan re li hola Şehîd Axîn a Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê li dar xist.

Bi dehan malbatên şehîdan tevlî civînê bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya kantona Kobanê Eyşe Efendî axivî.

Eyşe di destpêka axaftina xwe berxwedana gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ‘ê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê ku desteka xwe ji Tirkiyê digire, bi bîr anî û got "Kobanê bi berxwendaneke dîrokî rizgar bû. Şehîdên berxwedana Kobanê bi xwîna xwe ya paqoj xaka Kobanê rizgar kirin, berxwedana ku li Kobanê destpê kir, îro li Dêrazorê di bargeha dawî de tecîrdar e."

Eyşe Efendî, her wiha berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê de silav kir û wiha domand: "Em piştgiriya Leyla Guven û hevalên wê dikin, em teqez dikin ku daxwazên wan daxwazên me ne, ji ber azadiya Ocalan azadiya tevahî gelên herêmê ye."

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedêrên grevên birçîbûnê bi dawî bû.

ANHA