Jinên Dêrazorê pêşwaziya 8‘ê Adarê dikin

Bi dirûşmeya `Bi berxwedana jina azad jiyan geş dibe û teror tune dibe`, Rêveberiya Jin a bajarê Dêrazorê çalakiya yekemîn a ji bo 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî destpê kir.

Jinên Dêrazorê pêşwaziya 8‘ê Adarê dikin
20 sibat, 2019   18:07

DÊRAZOR

Ji bo pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanî bi dehan jinên bajarê Dêrazorê tevlî endamên saziyên sivîl, meclisên û komînên herêma El-Keramê de rojvayê bajêr n kom bûn.

Di kombûnê de daxuyaniya Rêveberiya Jin a Dêrazorê ji hêla Hiyam El-Ehmed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

`Di dirêjahiya hezarên salan de jin rastî gelek şikandinan hatine bi taybet urf û kevneşopiyên civakê yên rizayayî. Ew kevneşopî jin ji mafên wê bê par hiştin, wê bêdeng kirin, neçarî jiyana di bin zihniyeta mêrdestiyê, tepeserkirinê û koletiyê kirin. Lê jinan bi vîna xwe û bi saya fikr û felsefeya rêber Apo ya ku desteka û piştgiriya helwesta jinê kir, karî serî hildin, banga azadiya xwe bikin û rûmeta xwe vegerînin.

Di vê roja cîhanê de wek dayîkên şehîdan û lehengan em têkoşerên jin ên ku ji bo azadî û rûmeta me şehîda ketine bi bîr tînin, mîna şehîd Fatme Xabûr, Henaa El-Seqir, Avesta û Barîn ku bûne nimuneyên fedekarî û rûmetê.

Ji bo afirandina civakek demokratîk û azad em ê şopdarên rêya wan têkoşeran bin.

Piştî ku bi saya QSD`ê em ji terora DAIŞ`ê xilas bûne, hêviya vegerandina rola jin a çalak di avakirina civakê de di me de hate vejandin. Îro em meclisên xwe yên herêmî, komînan ava dikin û ji bo pêşxistina jinê û tunekirina zihniyeta ku DAIŞ`ê di nav me de çandine em dewreyên perwerdeyê ji jinan re vedikin.

Wek jinên Sûriyê em ê destkeftiyên ku bi saya têkoşîn û berxwedanê hatine bidestxistin diparêzin. Em banga hevgirtinê li tevahiya jinên cîhanê dikin. Em şopdarên jinên Efrînê û têkoşer Leyla Guven in.

Jinên Efrînê dest ji xaka xwe bernedan û ji bo parastina zarên xwe di qadên şer de, bûn martalên zindî. Li ser wê divê em li gorî asta berpirsyariya parastina şoreşa xwe bin. Divê em şoreşa xwe bi rêya karê cidî, rêxistinkirin û vîn biparêzin û xaka Sûriyê biparêzin.`

(şx)

ANHA