Mîşêl: Ji bo vegera penaberên Sûrî, em li benda çareseriya siyasî namînin

Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn teqez kir ku ew ji bo vegera penaberên Sûrî, li benda çareseriya siyasî namînin.

Mîşêl: Ji bo vegera penaberên Sûrî, em li benda çareseriya siyasî namînin
20 sibat, 2019   13:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Nehar a Lubnanê daxuyand ku Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn got: “Welatê me ji bo penaberên Sûrî li welatên wan vegerînin, li benda çaresriya siyasî ya Sûriyê namînin.”

Mîşêl teqez kir ku tecrûbeya Lubnanê ya bi penaberên Filistînê re heye, lewra ew ne li benda çareseriya siyasî ya Sûriyê ne da ku penaberan vegerînin Sûriyê.

(fr)