Çalakiyên 8‘ê Adarê li Tebqayê destpê dikin

Jinên herêma Tebqayê bi nêzîbûna 8‘ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan û bi dirûşmeya "Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û terorîst têk diçin" çalakî da destpêkirin.

Çalakiyên 8‘ê Adarê li Tebqayê destpê dikin
20 sibat, 2019   14:29

TEBQA

Rêveberiya Jinên Tebqayê bi hatina roja Cîhanê ya Jinan û bi daxuyaniyeke ragihand ku ew ê dest bi çalakiên ji bo vê rojê bikin. Jinan di daxuyaniyê de teqez kirin ku ew ê têkoşînê ji bo azadiya jinan bilind bikin. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên Tebqayê ji aliyê yek ji rêveberên Rêveberiya Jin Zehra Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bernameyê ji bo 8`ê Adarê hat diyarkirin. Tê payîn ku dê ji bo vê rojê semîner di hemû saziyên sivîl de werin dayîn, pankart werin daleqandin, kolan werin xemilandin, serdana malbatên şehîdan werin kirin, biruşûr li dibistan û bajêr werin belavkirin, çalakiyên taybet ji bo 8`ê Adarê dê werin lidarxistin, şahî ji bo zarokan li dibistan dê werin lidarxistin her wiha di roja 7`ê Adarê de dê mehrecaneke hevbeş ji herêma Firatê re were lidarxistin.

Her wiha di daxuyaniyê de jinên Tebqayê roja 8`ê Adarê diyarî hemû dayikên ku di nava rewşên zehemet de parastina xwe dikin û bi taybet jinên kantona Efrînê kirin.

Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de soz dan ku hemû rojan ji bo pêşerojeke xweş, bikin 8`ê Adarê.

Tê payîn ku çalakiyên hemleya "Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û teror têk diçe" dê hefteya li pêş dest pê bike.

(bx)

ANHA