Di konferansê de berxwedana Leyla Guven û ya Filistînê hate silavkirin

Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a li bajarê Kobanê ya Bakurê Sûriyê ku li dar dikeve, bi axaftinên endamên rixistinên ciwanên şoreşger ên Rojhilata Navîn didome.

Di konferansê de berxwedana Leyla Guven û ya Filistînê hate silavkirin
Di konferansê de berxwedana Leyla Guven û ya Filistînê hate silavkirin
Di konferansê de berxwedana Leyla Guven û ya Filistînê hate silavkirin
Di konferansê de berxwedana Leyla Guven û ya Filistînê hate silavkirin
20 sibat, 2019   12:03

KOBANÊ

Konferansa ku bûye çend meh e amadekariya wê tê kirin, îro li hola Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê bi beşdarbûneke mezin ji gelek bajarên Rojhilata Navîn, dest pê kir.

Di konferansê de çalakvana ji Filistînê Nadiya Semora destnîşan kir ku pêwîstiya konferansê bi derxistina encamên erênî heye da ku xizmeta berjewendiyên gelên bindest bike û di serî de Filistîn û wiha dewam kir: "Di vê konferansa bêhempa de xêzek ji helbesta helbestvanê mezin Tewfîq Ziyad ez ê bêjim; "Bangî we dikim, destên min di destên we de û axa li bin solên we radimûsim, ciwanên şoreşger li pêş bin û li pêş bin." 

Her wiha bi navê Konseya Ciwanên Kurdistanê, Konseya Jinên Ciwan ên Kurdistanê, Tevgera Nûkirinê ya Kurdistanê, Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Xwendekarên Demokratîk ên Kurdistanê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, berxwedana dîrokî ya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û bi dehan hevrêyên wê yên li Hewlêr û Ewropayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, hate silavkirin.

Ji aliyekî din ve jî ciwanên Partiya Komunîst a Sûdanê û Ciwanên Partiya Komunîst a Tûnisê bi rêya Skypê beşdarî konferansê bûn û nêrînên xwe par ve kirin. Rêxistinên ciwanan ên navborî, hikumeta Başûrê Kurdistanê nehişt ku werin û tev li konferansê bibin.

Her wiha di konferansê de, krîza Rojhilata Navîn, pirsgirêkên ku gelên di bin bandora modernîteya kapîtalîzmê de dijîn, rola ciwanên pêşerojê di bin sîwana modernîteya demokratîk de, rista ciwanên şoreşger ên demoratîk û rêbazên çareseriyê yên pirsgirêkên Rojhilata Navîn bên nîqaşkirin.

(fr)

ANHA