Almanya: Divê em DAIŞ’iyên ji welatê xwe baş nas bikin

Ajansa Associated Press ragihand ku berpirsekî payebilind ê ewlekariya Almanyayê wiha got: “Divê şêniyên di nava DAIŞ`ê de yên li Sûriyê bêne lêkolînkirin, beriya ku vegerin welatên xwe."

Almanya: Divê em DAIŞ’iyên ji welatê xwe baş nas bikin
20 sibat, 2019   11:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê hundirîn ê Almanyayê Horest Zehover wiha got: "Pêwîstiya Almanyayê heye ku nasnameyên DAIŞ`iyan, malbatên wan û tiştê ku kirine baş bizanin beriya ku wan bixin balafirê."

Ajansê diyar kir ku li cem QSD`ê 50 endamên DAIŞ`ê yên ji Almanyayê û malbatên wan hene.