Rewşa Nasir Yagiz giran dibe

Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz roj bi roj, kêlî bi kêlî giran dibe. Nema dikare rakeve, êşa serî lê giran bûye, bi zorê xwe dilivîne û avê jî bi zehmetî vedixwe.

Rewşa Nasir Yagiz giran dibe
17 sibat, 2019   11:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a endamê Nûnertiya HDP’ê ya bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz, di roja 89’an de berdewam dike. Her diçe di aliyê fîzîkî û tenduristiyê de rewşa Yagiz giran dibe û êdî laşê wî dilerize.

Sibeha nikare rabe, bêhal bûye û nikare çongên xwe jî bikişîne ber xwe.

Her wiha Yagiz li hemberî deng û ronahiyê jî gelek hesas bûye. Dilê Yagiz, geh zêde lê dide û geh jî kêm. Yagiz êdî hatiye ber rewşeke wiha bi zorê dikare avê vexwe. Piranî nema dikare rakeve û êşa wî ya serî lê giran bûye. Dîsa dema av, an cûreyên vexwartekan vedixwe, mehdê wî dixele vedireşe. Her wiha ji rewşên berê cudatir êdî laşê wî dilerize, nikare xwe bigire. Ji her alî ve di aliyê fîzîkî û tenduristiyê de rewşa Yagiz êdî giran dibe.