Ji dapîreke kobanî silav ji Leyla Guven re

Dapîra Eyşo ku bi serhatî û helbestan Komploya Navdewletî û tecrîda li ser Ocalan şermezar dike, silav ji hevseroka KCD’ê Leyla Guven re şandin.

Ji dapîreke kobanî silav ji Leyla Guven re
17 sibat, 2019   08:15

ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

“Birin birin rêber Apo birin, weke kewê gozel
Lê kirin xayîntî, paçên reş li dora çavan girê dan
Destên wî kelepçe kirin
Koka wan were kolandin û pergala wan belav be
Kurdino bikin bilezînin serok Apo azad bikin
Ji Tirkiyê netirsin ew dijminê bav û kalan e.”

Dapîra Eyşo bi van gotinan Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda ku dewama komployê ye, tîne ziman.

Dapîra bi navê Eyşa Mislim Nebo ku di nava gel de bi navê “Dapîra Eyşo” tê naskirin, ji gundê Berxbotan ê Kobanê ye ku di 25’ê Hezîrana 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê komkujî lê pêk anî û 28 kes şehîd kirin.

Dapîra Eyşo 80 salî ye û niha li navenda Kobanê li gel bûka xwe dijî.

Dapîra Eyşo wiha dibêje: “Kurdino bibin yek dîwarê me bê bingeh e. Her kes komployan li ser me pêk tîne. Lê ew nizanin ku şervanên YPG û YPJ`ê û hêrsa gelê Kurd dikare her komployê têk bibe. Em ê  bi vîna xwe ya xurt serok Apo azad bikin.”

Dapîra Eyşo der barê çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan de, wiha dibêje: “Ez serê Leyla Guven maç dikim û dibêjim; hevala Leyla, çalakiya te pîroz e û vîna me xurt e. Kî çi dike bila bike, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin û Roja Reş ronî bikin.”

(bm)

ANHA