Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê

Ji ber rola pêşeng a ku jinan di Berxwedana Serdemê de lîstiye, rewşenbîr û derhênerên Efrînê kurtefîlemk bi navê “Zayîn” ku dema wê 40 deqe ye, çêkir. Kurtefîlm behsa berxwedana jinên Efrînê li hember dagirkeriya Tirk dike.

Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
Zayîn… Kurtefîlma jinên Berxwedana Serdemê
17 sibat, 2019   08:03

ROZANA DADO / HELEB

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşî Efrînê kir. Di 18`ê Adara 2018`an de piştî berxwedana 58 rojan di encama dagirkirina artêşa Tirk a dagirker de û binpêkirinên wê yên dermirovî, şêniyên Efrînê neçar dimînin warên xwe berdin û berê xwe bidin kantona Şehabyê.

Di berxwedanê de ku 58 rojan dom kir, şênî û şervanan destanên lehengiyê li hember artêşa duyemîn a NATO`yê nivîsandin. Jinên kantonê roleke pêşeng di berxwedanê de lîst. Ji ber wê rewşenbîr û derhênerên Efrînê fîlmên ku behsa wê berxwedanê dikin, derdixin.

Gelek fîlm girêdayî Berxwedana Serdemê, diyarkirina helwesta şêniyan ji êrîşan re û karînên wan di guhertina pîvanên cîhanê de bi rêya girêdana bi xak û darên zeytûnê tekez dikin, hatin derxistin.

Berxwedana jina Efrînê pêşengiya xebatên sînameyê kir

Ji bo tekezkirina rola jinan di Berxwedana Serdemê de komeke rewşenbîran kurtefîlmek bi navê “Zayîn” ku dema wê 40 deqe ye, çêkir. Di kurtefîlmê de berxwedana jinan, hêz û êşên ku rastî wan di encama êrîşan de tên, diyar dibin. Lîstikvanên kurtefîlmê jinên Efrînê ne.

Bûyerên fîlmê girêdayî jinekê ye ku tevahiya zarokên wê şehîd ketine û dema serdana gorên wan dike, çîroka şehadeta her çar zarokên xwe vedibêje. Kurekî wê ji ber ku çalakvanê siyasî bû, şehîd dikeve, zarokek ku dixwaze bi nasnameya xwe ya kurdî bijî, di bin kavilan de dimîne û şehîd dikeve, jineke ciwan ku koletiyê red dike û banga azadiyê dike, şehîd dikeve û kurekî din ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriyê şehîd dikeve.

Rewşenbîrên Efrînê amadekariyên gelek xebatan dikin ji bo kurtefîlm û fîlmên navîn. Navên hindek ji wan wiha ne: “Banên di xewê de (Banên xewkirî)”, “Dibistana min”, “Nameyek ji kurê min re”, “Goristan”, “Dergeh”, “Kamp”, “Dara Zeytûnê”, “Welatê min” û “Efrîna min”.

Girêdayî detayên kurtfîlmê, derhênerê wê Heysem Mistefa wiha axivî:: "Belgefîlmên ku hatine derxistin, dê bandoreke mezin şêniyan de bikin."

Mistefa destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê mirov nikare kurt bike bi taybet rola jinan, ji lew re gelek fîlm girêdayî berxwedana jinan û rola wan a pêşeng wek fîlma `Zayînê` têne amadekirin.

Heysem Mistefa bi lêv kir ku gelek fîlm girêdayî dengê jinên berxwedêr di Berxwedana Serdemê de ku derbasbûna biyaniyan qebûl nakin û ji bo wê şehîd ketine, têne çêkirin. Her wiha fîlmên girêdayî jinan di nava kampan de, çawa debara malbata xwe dikin û jiyanekê di nav kampan diafirînin, têne amadekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rewşenbîrên Efrînê dê gelek belgefîlmên girêdayî Berxwedana Serdemê li paytextên Ewropayê wek nameyekê ji civaka navdewletî re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA