Ferhad Hemo: Têkçûna DAIŞ`ê dê li tevahiya cîhanê deng vede

Endamê serokatiya MSD`ê Ferhad Hemo tekez kir ku ragihandina têkçûna DAIŞ`ê dê bûyereke balkêş û li tevahiya cîhanê deng vede.

Ferhad Hemo: Têkçûna DAIŞ`ê dê li tevahiya cîhanê deng vede
17 sibat, 2019   07:31

GIRÊ SPÎ

Endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ferhad Hemo piştî ku fermandarê pêngava Bagera Cizîrê nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê di berika xwe ya dawîn de ragihand, ji ajansa me re axivî.

Ferhad Hemo got Bagera Cizîrê gihaştiye dawiyê, piştî dorpêçkirina çeteyên DAIŞ`ê di erdnîgariyeke biçûk de bi sedan metreyan li gundewarên Dêrazorê û wiha domand: "Helbet astengî hene. Çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin."

Hemo destnîşan kir ku QSD ku ji ciwanên pêkhateyên herêmê ava bûye, erka tunekirina terorê li şûna tevahiya cîhanê girt ser xwe, ji destpêkirina pêngavên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê heya bigihîje Dêrazorê.

Di nav gotinên xwe de Hemo diyar kir ku ragihandina dawîn a têkçûna  “xîlafetê” dê bûyerek balkêş û navdewletî be û wiha dewam kir: "Dê dîrok di rûpelên xwe de binivîse ku gelê Sûriyê yê ku projeya neteweya demokratîk pêk aniye, terora ku tevahiya cîhanê tirsand, tune kir."

Ferhad Hemo tekez kir ku ev îsbat dike ku hêzên niştîmanî dikarin aloziya Sûriyê çareser bikin û gelê Sûriyê bigihînin ewlehiyê. Hemo bal kişand ser astengiyên ku hîna mezin in, bi taybet di warê ewlehiyê de, ji ber ku şaneyên DAIŞ`ê û fika tundraw ku di herêmê de çandiye.

Hemo diyar kir ku hindek dewletên herêmî hewl didin ewlehiya herêmê bihejînin, di serî de Tirkiye û wiha got: “Tirkiye naxwaze hêzên demokratîk û niştîmanî li Sûriyê bi ser bikevin, ji ber wê bi gelek rêbazan hewl dide têkoşîna li dijî terorê asteng bike.”

Ferhad Hemo di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser ku divê piştî têkçûna DAIŞ‘ê pêvajoya siyasî bi awayakî cidî were aktîfkirin.

(şx)

ANHA